• DOLAR 32.328
  • EURO 35.13
  • ALTIN 2300.783
  • ...
HUDA PAR dê beşdarî hilbijartinan nebe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê beşdarî hilbijartinên mehalî ya di meha adarê de nebin. Daxuyanî ji teref Mahmut Şahînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de  Şahîn di bîran xist ku ew berî niha beşdarî hilbijartinên mehelî û parlementerîyê bûne.

 "HUDA PAR qerar daye ku beşdarî hilbijartinên mehelî ya di 31ê Adara 2019an de nebe"

Şahîn di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew biryar dane ku beşdarî hilbijartinan nebin û ev qerara wan ne qerara boykotê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di encama netîceya îstîşareya ku ji teref Lijneya me ya Îdareya Giştî ve bi teşkîlatan re hat kirin de  biryar hat dayîn ku em beşdarî hilbijartinên mehelî yên di 31ê Adara 2019an de nebin."

Şahîn di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir ew vê qerara xwe bo gihaştina hedefên dahatûyê dane û ew hêvî dikin ku ev qerara wan ji bo welat û gel bibe wesîleya xêran.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir