• DOLAR 32.573
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2437.88
  • ...
 "Hûn çima ji vê zilmê re bêdeng dimînin?"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve li Entabê ji bo bal bên kişandin li ser mexdûrîyeta Mislimanên ku bi salan bi kumpas û komployan di zindanan de tên girtin daxuyanîyeke çapemenîyê hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de bal hatin kişandin li ser bêdengmayîna li hember van zilm û neheqîyên ku li Mislimanan tên kirin û hat diyarkirin digel ku tê zanîn ev Mislimanan bi neheqî û bi kumpas û komployan hatine girtin jî ji vê neheqîyê re bêdeng tê mayîn.

Daxuyanîya çapemenîyê piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin a Entabê hat dayîn. Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Serokê Entabê ya  Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê  Adem Kilinç ve hat dayîn.

Kilinç di daxuyanîya ku da de destnîşan kir di pêvajoya ku di salên 90î de dest pê kir û bi 28ê Sibatê berdewam kir de bi proje û planên şeytanî li hember camiayên Îslamî û dîndar kumpasên mezin hatin tertîpkirin ku nexasim ev kemînên qirêj û gemar nexasim ên ku ji teref FETO ve hatine tertîpkirin  di serî de ji teref Serokomar Erdogan û bi giştî jî ji teref hemû kesî ve baş tê zanîn.

Kilinç di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi hezaran Misliman  bi neheqî û bi şiklekî bêhiqûq  bi salan bi kumpas û komployên FETO di girtîgehan de tên girtin  ku îro temamê wan cinayetên wehşî yên ku di salên 90î de ji teref FETO ve hatine kirin derketine holê.

 "Ew kesên ku 16 sal in li îqtîdarê ne di vî warî de tu tiştî nakin"

Kilinç di berdewama daxuyanîyê de balan kişand li ser xemsarîya kesên ku li îqtîdarê ne û derbarê mijarê de wiha axivî: " Digel temamê van rastî û heqîqetên ku tên zanîn êş û elem û mexdûrîyeta bi sedan Yûsifîyên ku ji teref FETO û darbekerên 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin hêj berdewam dike. Tu kes nema ku deng û qêrîna xwestina edaletê ya van însanan nebihistîbe.  Êdî dozger û hakimên endamên FETO jî neman. Ew kesên ku 16 sal in li îqtîdarê ne di vî warî de tu tiştî nakin. Ew kesên li hember daxwaza maf, edalet û talebên însanî ya Yûsifî û malbatên wan xwe ker û lal dikin. Ev birayên me yên ku wek Hz. Yûsif ji xwe re zindanan kirine medrese ji niha pê ve ne mexdûrê FETO ne; ew ji niha pê ve mexdûrê îqtîdara mewcûd in."

 "Hûn çima ji vê zilmê re bêdeng dimînin?"

 Di dawîya daxuyanîyê de bang li rayedarên hikûmetê hat kirin û wiha hat gotin: "Ji bo Xwedê, qet di warê çareserkirina van mexdûrîyetan de gav avêtin gelek bi zehmet e?  Hûn çima li hember zilma ku ji teref FETO ve mahkûmên doza Îslamî tên kirin bêdeng dimînin? Hûn dizanin ku ev Milsiman bi belgeyên sexte û ne rast ên FETOya şebekeya fesad û îfsadê  hatin cezakirin û hûn di vî warî tiştekî nakin; gelo ma hûn nizanin ev yek guneh e? Hûn çima ji vê zilmê re bêdeng dimînin?"(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir