• DOLAR 32.591
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2511.246
  • ...
Malbatên ku di emrê ciwan de tên damezrandin bi qanûnan tên hilweşandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rabîa  diyar kir ew di sala  2012an de piştî ku Enes Karamemîş nas kiriye re pê re zewicîye û piştî ku 4 sal û nîv ji ser zewaca wan derbas bû şevekê ji nişka ve di ser mala wan de girtine û zilamê wê birine. Rabîa dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Şevekê ji  nişka ve di ser mala me de girtin û zilamê min bi sûca 'îstîsmara zayendî' sûcdarkirin û ew avêtin girtîgehê û jê re 9 sal û 11 meh ceza dan. Zilamê min ne tecawuzkar e. Em bes zewicîn."

Li Tirkîyeya ku pêwendîyên bêyî zewacê lê serbest in û temamê kar û fiilên nebaş ên ku tên kirin dema ku razîbûna her du terefan hebe di çarçoveya azadîyê de tê hesibandin ji wan zewacên ku di bin 18 salî de bi mehra mela tên kirin re ceza tên birîn.

Bi hezarana malbatên ku bi destûra dê û bavê xwe û bi rizaya xwe zewicîne bi sûca 'îstîsmara zayendî' tên sûcdarkirin û  cezayên gelekî mezin ji wan re tên birîn. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber vê meselê ji 8 hezar kesî re ceza hatiye dayîn, di girtîgehê de tên girtin û 16 hezar zarok jî ji ber vê meselê wek êtîman mezin dibin.

Rabîa Yagmur Karamemîş jî yek ji wan  kesan e ku bi qanûna ku hatiye derxistin hatiye mexdûrkirin û zilamê wê hatiye xistin girtîhehê. Rabîa Xanim digel 2 zarokên xwe bi tena serê xwe maye û li rasta gelek zehmetîyan tê.

Rabîa Xanim di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de qala mexdûrîyeta malbata xwe kir û wiha axivî: " Ji ber ku ez di xortanîya xwe de zewicîm ez hatim mexdûrkirin.  Me di sala 2012an de mehra xwe ya melê birî û em zewicîn. Zilamê min li malbata xwe xwedî derdiket. Ji bo ku em muxtacî kesî nebin gelek zêde dixebitî.  Piştî ku ji ser zewaca min 4 sal û nîv derbas bû şevekê ji nişka ve di ser mala me de girtin û zilamê min birin girtîgehê, jê re 9 sal û 11 meh ceza dan. Vê yekê bi hinceta 'îstîsmara zaynedî' danê. Zilamê min ne tecewuzkar e. Em bes ji xwe re zewicîn."

 "Ji ber ku sûcekî wisa kirin stûwê me, me gelek zêde  zirar dît"

Rabîa Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir zilamên wan ên bêsûc di koguşên tacewuzkaran de tên girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ez û zarokên xwe bi tena serê xwe man. Tu dahata me jî tune ye. Di ser psîkolojîya me jî xera bû. Ji ber ku sûcekî wisa kirin stûwê me, me gelek zêde  zirar dît. Dema ku zarokên min digirîn û dawa bavê xwe dikin, ez ji wan re dibêjim ew ê bavê we sibe bê. Ez naxwazim zarokên xwe bixapînim."

 "Di dozên welayetê de beyan esas tên girtin; lê belê beyana me esas nayê girtin"

Rabîa Xanim di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser meseleya beyanê û derbarê mijarê de wiha got: " Di dozên welayetê de beyan esas tên girtin; lê belê beyana me ya 'em bi rizaya xwe zewicîn' esas nayê girtin û ji me re dibêjin 'tu zarok î, tu ji hezkirinê çi fam dikî!' Di rastîyê de ev heqîqeteke pir biçûk a ku ji ber çavan winda bûye ye. Divê rayedarên dewletê vbê yekê sererast bikin. Digel zêdebûna van mexdûrîyetan malbat hildiweşin.  Kesên ku ji ber vê meselê wefat dikin, nexweş dikevin hene.  Ez bi xwe jî ji ber vê meselê daxwaz dikim ku bimirim.  Kesên mîna min ev 4-5 sal in ku zilamên wan di girtîgehê de tên girtin. Ez daxwaz dikim ku ev mesele bê çareserkirin. Bila zêdetir malbat hilneweşin û mexdûr nebin."

 "Zarok her şev pirsa bavê xwe dikin"

Sûna Karamemîşa dêya Enes Karamemîş jî derbarê mijarê de diyar kir di serdegirtina ku şevekê ji nişka ve hat kirin de lawê wê hat girtin û hat xistin girtîgehê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em dixwazin ev mexdûrîyet bên çareserkirin. Zarokên wî biçûk in û her şev pirsa bavê xwe dikin. Ev yek bo min pir giran tê. Zarok ji min dipirsin 'Pîrê bavê me li kû ye, ew ê kengî bê?'  Ji xwe em nikarin biçin hevdîtina girtî. Ger zarok bavê xwe di wî halî de bibînin dê perîşan bibin. Ji ber wê yekê ez wan dibim hevdîtina vekirî."

Dê Sûna di dawîya axavtina xwe de diyar kir zilamê wê ji bo ev mesele bê çareserkirin çûye Enqerê û bi parlementeran re hevdîtin kiriye û parlementer jê re gotine ku ew ê vê meselê bînin rojevê.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir