• DOLAR 32.558
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2429.766
  • ...
 "Qanûn me naparêzin, mala me xera dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûrîyeta malbatên ku zilamên wan li gor maddeya 103yemîn a qanûna bi hejmara 5237an bi sûcê "îstîsmara zayendî" hatine sûcdarkirin û hatine xistin girtîgehê hêj berdewam dike.

Ji van malbatan yek jî malbata Eraydin e. Gamze Nûr Eraydin di sala 2011an de bi dildarî û bi hezkirinê bi zilamê xwe Serkan Eraydin re zewicî ye û piştî ku ew zewicîne qîzeke wan çêbûye. Gamze Nûr Eraydin piştî ku li nexweşxanê qîza xwe anî dinyayê doxtora ku lê mêze dikir gilîyê zilamê wê kir û ji ber vê yekê derbarê zilamê wê de doz hat vekirin. Di encama doza ku hat vekirin de Serkan Aydinê ku zilamê Gamze Nûr Eraydin bû bi sûcê "îstîsmara zayendî" hat sûcdarkirin û jê re 4 sal û 6 meh ceza hat dayîn.

Gamze Nûr Eraydina ku ji ÎLKHAyê qala mexdûrîyeta xwe kir destnîşan kir dema ku ew zewicî zilamê wê 16 û ew jî 15 salî bû.

Eraydin di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew bi rizaya xwe û bi destûra malbatan zewicîne û mehra wan a melê hatiye birîn.  Eraydin dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Piştî ku ez zewicîm, ez bi hemil mam. Dema ku ez bo muayenê çûm xestê, doxtor gilîyê me kir. Dû re derbarê me de doz hat vekirin. Piştî 7 salan ji zilamê min re 4 sal ceza dan zilamê min. 4ê êvarî di ser mala me de girtin û destê zilamê min xistin kelepçê û ew birin girtîgehê. Jê re gotin ku 'tû tecawuzkar î, ji sûcê îstîsmara zayendî tê darizadin."

Eraydin destnîşan kir qîza wê ji girtina bavê xwe re bûye şahid û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Psîkolojîya qîza min xera bû. Me jê re got ku bavê te çû leşkerîyê. Dema ku bavê wê hat girtin ew 4 sal û nîv kiribû. Dema ku diçe girtîgehê gardîyan li ser wê digerin û ew bavê xwe li pişta hesinan dibîne. Ji ber vê yekê haya wê ji hemû tiştî heye. Em nikarin tiştekî jê re îzah bikin. Ew ji ber vê meselê xwe sûcdar dibîne. Em gelek zêde zehmetîyê dikşînin. Niha 8 hezar malbat û 16 hezar zarok mexdûr in. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Bila ji me re alîkarî bê kirin. Zarokên me diçin mektebê; lê bel  bavên wan ne li ba wan in.  Dema ku hinek li derî didin ji wan were bavê wê ye û kêfa xwê tê. Dema ku em rûdinin li ser xwarinê dibêje bila bavê min bê. Dema ku telefom lê dide, dibêje bavê min digere û telefonê vedike, lê belê ê ku digere ne bavê wê ye. Zilamê min di Girtîgeha Edîrneyê de ye. Ji ber ku derfetên me tune ye em encax serê du mehan carekê dikarin hnerin ziyareta wî. Ji ber vê yekê berîya bavê xwe dike û her tim bavê xwe teleb dike. Piştî du rojan roja welidîna wê ye. Ji min re dibêje dayê bila bavê min were. Lê belê tiştek ji destên me nayê. Bi rastî jî em gelek zêde mexdûr in."

 "Bi qerarên ku dane mala me xera kirin"

Eraydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir berîya ku zilamê wê bê girtin ew gelek zêde bextewar bûn û piştî ku zilamê wê hat girtin re ew bi problemên maddî û manewî re rûbirû mane. Eraydin dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Zilamê min berî ku bê girtin rewşa me baş bû. Ev bû 8 sal ku em zewicîne. Ger di nav me de problemek û lihevnekirinek hebana em ê di nava van 8 salan de dev ji hev berdabana. Bi vê qerara ku dan mala me xera kirin, em perîşan kirin. Em malbateke gelekî bextewar û şad bûn. Lê  niha ne hizûr ne jî şadî ma. Ez 22 salî me. Di naveyna 2 salan de ez ji jiyanê bêzar bûm. Her tişt li ber çavên min reş bû. Ji dêla ku ez qîza xwe bi kêfxwelî bibim gerê, ez wê dibim li ber devê derîyê girtîgehê. Ew bavê xwe li pey derîyên hesinî de dibîne. Ne ez û ne jî tu kesê din nedixwast ku rewş ev bana. Em teleb dikin ku pêşîya zewaca zû bê vekirin. Ji ber ku ez bi zilamê xwe re zewicîme qet ne poşman im. Îro bibe ez ê cardin pê re bizewicim. Ez gelekî jê hez dikim. Ev qanûnên ku piştî 7-8 salan tên qet em naparêzin. Ev qerar mala me xera dikin. ev cezaya ku hatiye dayîn ne adilane ye. Ev tiştê ku me kiriye ne sûc e. Zilamê min ji sûcê îstîsmara zayendî tê darizandin. Ew xistine koxuşa kesên tecawuzkar.  Însan bi çavekî nebaş li gotina tecawuzkar dinêrin. Em di çarçoveya helalîyê de zewicîn.  Zilamê min û yên kesên mîna min bi wan kesên tecawuzkar ên ku dest dirêjî zarokên 5 salî dikin re wek hev tên hesibandin. Mecbûr tên hiştin ku zilamên me bi wan kesên tecawuzkar re di heman cihî de bimînin. Bila êdî dengê me bê bihîstin. Em naxwazin zarokên me bêyî bavê xwe mezin bibin."

 "Me li gor qanûnên Xwedê zarokên xwe zewicand"

Sevîm Eraydina xwesûwa Gamzer Nûr Eraydin jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anî û zimên û wisa bertek nîşan da: " Berî vê 8 salan me bi destûra malbatan û bi rizaya zarokên xwe me ew zewicandin. Piştî 8 salan ewladê min birin girtîgehê. Em ji naxwazin zewacên zû bên kirin. Lê belê dema ku mesele malbat bin divê bedelên vê yekê ew qas ne giran be. Ez dixwazin li vê derê qala gotineke wezîrê malbatê bikim. Dibêje "beyana pîrekê esas e." Qîzeke biçûk diçe mehkemê û dibêje bavê min ez tacîz kirim û ji ber vê beyana qîza biçûk mehkeme bavê wê qîzê digire û davêje girtîgehê an jî wî ji malê dûr dixin. Qîza ku em qala wê dikin emrê wê 7 an jî 8 e. Lê belê  bûka min 15 salî ye û li mehkemê dibêje 'Me  bi destûra malbatên xwe û bi riza xwe zewicîn.'  Mehkeme jî jê re dibêje 'Beyana te ne esas e, lewra tu zarok î.' Li vê derê nakokîyek heye."

 "Nîqah sûc, zîna jî serbest e!"

Dê Eraydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir 'Niha nîqah sûc û zîna jî serbest e. Em li welatekî Misliman dijîn. Li welatekî Misliman nîqah çawa sûc e û zîna jî çawa serbest e, em vê yekê fam nakin." Dê dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hûn alîyekî diparêzin û alîyekî jî hildiweşînin. Sibe dusibe dema ku lawê min ji girtîgehê derket ew ê ev nav li serê bimîne.  Dema ku serî li karekî da ew ê di GBTya wî de navê 'tecawuzkar, îstîsmarkarê zayendî derkeve.' Ger nikaribe bişuxile ew ê çawa li zarokên xwe mêze bike. Niha 8 hezar însan mexdûr in ku mehra wan tevan hatiye birîn. Bûka min dema ku diçe dîtina lawê min bi belgeya nîqahê diçe. Lewra mehra wan a fermî hatiye birîn. Lawê min serê 3 mehan carekê tê malê. Dema ku wextê xwe bi zarok û xanima xwe re derbas dike. Li vê derê nakokîyeke mezin heye. Dibêjin 'pîrek hatiye mexdûrkirin, em wê diparêzin.' Baş e, gelo navê kîjan pîreka ku xistina bin parastinê dizanin?  16 hezar zarokên ku bavê wan ne li ba wan in hene. Navê kîjan ji van dizanin?  Her meh 580 TL alîkarîya pereyan dikin. Va bû 3 meh ku vê alîkarîyê jî birîn. Ev pîrek nikarin bi 580 tl alîkarî li ser pîyan bisekinin. Ew ê çawa li zarokên xwe binêrin? Em dixwazin ev mesele demildest bê çareserkirin."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir