• DOLAR 32.533
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2431.082
  • ...
 " Em tesîra gotina 'ew ê 28ê Sibatê hezar sal berdewam bike' di roja me de dibînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Înîsîyatîfa  Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê  Serokê Şaxa Diyanetê yê Dîyanet-Sena Diyarbekirê Omer Evsen ziyaret kir. Di ziyareta ku hat kirin de înîsîyatîfê qala mexdûrîyeta malbatên ku hatine mexdûrkirin kir.

Musab Arasanê Berdevkê Înîsîyatîfa  Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê   di ziyareta ku hat kirin de destîşan kir  di pêvajoya 28ê Sibatê de darbeyek hat kirin û pêvajoya daraza bi birifîng dest pê kir. Arasan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di vê pêvajoyê de gelek kes hatin mexdûrkirin. Piştî pêvajoya 28ê Sibatê vêcar pêvajoya daraza FETO dest pê kir. Ew jî pêvajoyeke berî xwe dan destpêkirin û derbarê gelek însanên bêsûc de qerar dan û bi van qeraran gelek însanên bêsûc û bêguneh hêj di girtîgehan de tên girtin. Gelek neheqî li wan Mislimanan hat kirin. Bêhiqûqî di pêvajoya darazê de jî berdewam kirin."

Arasan di dawîya axavtina xwe de diyar kir teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê destnîşan kir divê dosyayên van Mislimanên ku ji teref daraza FETO ve hatine mexdûrkirin ji nû ve bên vekirin û cardin bên darizandin. Arasan dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Em dixwazin ev bêhiqûqîyên ku hatine kirin û hêj berdewam dikin bên çareserkirin."

Serokê Şaxa Diyanetê yê Dîyanet-Senê Omer Evsen jî di hevdîtina ku hat kirin de balan kişand li ser neheqî û bêhiqûqîyên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de hatine kirin û destnîşan kir " Em tesîra gotina 'ew ê 28ê Sibatê hezar sal berdewam bike' di roja me de dibînin. Pêwîst e gavên ku 28ê Sibatê ji holê rabikin bên avêtin."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir