• DOLAR 32.383
  • EURO 35.107
  • ALTIN 2326.38
  • ...
Welatîyan li wesayîtên xwe yên ku di bin berfê de man gerîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di van her 3 rojên dawî li Bidlîsê li ser hev bênavber gelek zêde berf barîya. Ji ber berfa ku barîya  li Bidlîsê rêya 167 wargehna hat girtin û li bajêr bi xwe jî wesayît ji ber berfa ku zêde barîya winda bûn. Welatîyên ku piştî sekinîna berfê derketin sikakan dest bi lêgerîna wesayîtên xwe kirin. Hinek welatî di encama lêgerîna wesayîta xwe de li rasta wesayîtên hinek kesên din hatin. Li bajêra ku lê rêya gelek wargehan ji ber berfê hatiye girtin ji bi rê bên vekirin xebat berdewam dikin.

Oguz Kayayê ku wesayîta wî di nav berfê de winda bûbû derbarê mijarê de diyar kir di encama lêgerîna ku nêzî seatekê berdewam kir de ew li rasta wesayîta xwe hatiye û dû re wiha li axavtian xwe zêde kir: " Ji ber berfa ku li bajarê me barîya wesayîtên me bi temametî di bin berfê de man û winda bûn. Dema ku barîna berfê sekinî me rahişte berên xwe û me xwe berda kolanan û dest bi lêgerîna wesayîtên xwe kir. Weke ku hûn jî dibînin di netîceya hewldanên me de me wesayîta xwe dît û niha em hewl didin wesayîta xwe derînin."

Welatîyê bi navê Murat Bîlge jî derbarê mijarê de diya rkir wesayîta wî ya li ber malê parkkirî bi temametî di bin berfê de ma û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber berfa ku barîya wesayîtên me di bin berfê de man. Welatîyek gelek zêde hewl da wesayîta xwe ya ku di bin berfê de mabû derîne, di encama xebata ku kir de wesayîtek peyde kir; lê ne ya wî bû."

Ji ber berfa ku ev 3 roj in li bajêr dibare rêya 167 gundan hat girtin, ji bo rê bên vekirin ji teref Îdareya Taybet a Bidlîsê ve xebat tên kirin.(ÎLKHA)



























































Bu haberler de ilginizi çekebilir