Li Rojhilat rêya 778 wargehan ji ber berfê hat girtin
Ji ber berfa ku zêde dibare li Herêma Anatolîya Rojhilat rêya 778 wargehan hat girtin.
Hat ragihandin ji ber berfa ku ev 3 roj in gelek zêde dibare li Herêma Anatolîya Rojhilat rêya 778 wargehan hat girtin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku ev 3 roj in gelek zêde dibare li Herêma Anatolîya Rojhilat rêya 778 wargehên ku girêdayê Bidlîs, Mûş, Wan û Hekkarîyê ne hatin girtin.
Li gor daxuyanîyên ku hatine belavkirin ji ber berfê li Bidlîsê rêya 167 gundan, li Wanê rêya 373 wargehan, li Hekkarîyê rêya 169 wargehan û li Mûşê jî rêya 69 gundan hat girtin. Ji bo rêyên ku hatine girtin bên vekirin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)