• DOLAR 32.33
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2296.814
  • ...
Hamaney: Rayedarên Amerîkayî gelek zêde ehmeq in!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Elî Hamaneyê Rêberê Şoreşa Îslamî yê Îranê destnîşan kir " Hinek rayedarên Amerîkayî wekî dînan herket dikin, lê ez vê yekê tesdîq nakim; biya min ew gelek zêde ehmeq in."

Rêberê Şoreşa Îslamî yê Îranê Elî Hamaney di salvegera berxwedana  ku di 9ê Çileya sala 1979an de ji teref xelkê Qumê ve hat tertîpkirin de bi xelkê re hat ba hev.

Hamaney di daxuyanîya ku di hevdîtina ku hat kirin de da de gotinên rayedarekî Amerîkayî "Em hêvî dikin pîrozbahîyên sala 2019an li Tahranê bikin" di bîran xist û got ev pîrozbahî derbas bûn û hêvîyên wan vala derket.

Hamaney di berdewama axavtina xwe de diyar kir " Ev yek texmînên wan ên xelet ên derbarê welatê me de derdixe holê. Hinek rayedarên Amerîkayî wekî dînan herket dikin, lê ez vê yekê tesdîq nakim; biya min ew gelek zêde ehmeq in. Divê bê zanîn ew sozên ku Amerîka dide û ew gefxwarinên wî û hetta ew îmzeyên ku ew davêjin tev bêîtîbar û bêbinî ne."

Hamaney di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew mueyîde û amborgaya ku Amerîka li hember Îranê daye destpêkirin di dîrokê de nehatiye dîtin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Bi heman awayî ew ê milletê Îranê dê hezîmeteke wisa bi Amerîka bide jiyandin ku ew hezîmet di dîrokê de nehatiye dîtin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir