• DOLAR 32.513
  • EURO 34.951
  • ALTIN 2438.846
  • ...
Kerwana Umûdê kêfa yetîman anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Kerwana Umûdê ya ku bi xebatên alîkarîyê dengê xwe li derdorê daye hesandin bênavber xebatên xwe yên alîkarîyên însanî didomîne. Weqf di bergeha xebatên alîkarîyê de vêcarî li Stenbolê alîkarî belav kir. Weqf di bergeha xebata "Bila birayên me nequfilin" de li Stenbolê ji bi dehan zarokên yetîm û feqîr re alîkarîya cil û berg û pelavan kir."

Mehmet Şîrînê Temsîlkarên Navenda Giştî yê Kerwana Umûdê derbarê mijarê de diyar kir Pêxemberê me tawsîye dike ku em li yetîman xwedî derkevin ku em jî di vê bergehê de xebatên xwe dikin.

Guneş di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir "Em ji wan xêrxwazên ku destek dan kampanyaya me re teşekur dikin. Me vê zivistanê bang li kesên xêrxwaz kir û me got 'bila zarokên me nequfilin.' Û me ji ser medyay civakî kampnaya da destpêkirin. Kesên xêrxwaz bi me re têketin têkilîyê. Me jî îro van zarokên xwe kêfxweş kir û kêfa wan anî."

Rayedarên weqfê ji bo ev alîkarî berdewam bikin bang li xêrxwazan kirin da ku destek û piştgirîyê bidin wan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir