Amerîka ji bo ji Sûrîyê vebikişe şert danî li ber Tirkîyê!
John Boltonê Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî yê Serokê Amerîkaya îşxalker ji bo ji Sûrîye vebikişin şert danî ber Tirkîyê.
Trump berî vê çendakî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê di demeke nêz de leşkerên xwe yên li Sûrîyê vekişînin. Lê belê tu nîşaneyên vekişînê het îro xwe nîşan nedan. Îro ji teref John Boltonê Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî yê Serokê Amerîkaya îşxalker ji bo ji Sûrîye vebikişin şert danî ber Tirkîyê.
Bolton di daxuyanîya ku da de destîşan kir "Ew peymana ku pê tê xwestin YPG bê parastin heta neyê îmzekirin dê leşkerên me venekişin."(ÎLKHA)