• DOLAR 32.493
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2435.684
  • ...
Li Efxanistanê maden hilweşîya: 30 mirî 20 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Efxanistanê di madeneke zêran de hezaza axê pêk hat, di encama bûyera ku pêk hat de 30 karker jiyana xwe ji dest dan û 20 karker jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Badahşana parêzgeha Efxanistanê di madeneke zêran de hezaza axê pêk hat. Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re yekîneyên rizgarkirinê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di encama xebata ku hat kirin de 30 karkerên ku di bin axê de jiyana xwe ji dest dan hatin derxistin û 20 karker jî birîndar hatin xelaskirin.

Karkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir