• DOLAR 32.511
  • EURO 34.982
  • ALTIN 2432.432
  • ...
Li 10 welatan 51 hezar Qur'ana Kerîm hat belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref ÎHHyê ku Weqfa Alîkarîya Însanî ye ve li 10 welatên ku Nîjer, Macar û Kirim jî di nav de ye 51 hezar Qur'ana Kerîm a ku bi 4 zimanan hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

Nexasim li welatên Afrîkayê ji ber bêderfetîyan Misliman Qur'an Kerîm wek mushaf nikarin peyda bikin û hînî Qur'ana Kerîm bibin. Ji ber vê yekê ji bo zarok û dê û bavên wan hînî Qur'ana Kerîm bibin ayetên Qur'anê li ser taxtayên ku ji wan re Luh tê gotin dinivîsînin û hewl didin Qur'ana Kerîm bibin.

ÎHH ji bo vê pêdivîya Qur'ana Kerîm a Mislimanan bê tedarikkirin xebat da destpêkirin. Bi alîkarîya xêrxwazan ÎHH li 10 welatên bi navê Faso, Çad, Gana, Gine, Nijer, Sudan, Sierra Leone, Pakistan, Macaristan û Kırımê tevde 51 hezar Qur'ana Kerîm ên bi Erebî û yên ku bi 4 zimanan hatibûn amadekirin belav kir.

Yusuf Îslamê Demîrcîyê Koordînatorê Masaya Îrşad-Teblîxê yê ÎHHyê derbarê mijarê de diyar kir li camîyên welatên ku Qur'ana Kerîm lê hat belavkirin gelek kêm Qur'an hebûn û ew bi xebata xwe hewl didin Qur'anê bidin hezkirin.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir