• DOLAR 32.403
  • EURO 35.045
  • ALTIN 2325.07
  • ...
Mînîbûsa ku li lastîkê qelibî wergerîya: 12 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Boluyê mînîbûsa ku li lastîka qamyonê qelibî, wergerîya. Di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 12.30î de li mewqîya Çaydurtê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  mînîbûsa bi plaqeya 34 SU 0803 a ku ajokarê wê Muhsîn B. bû li lastîka li kevîya rê qelibî û wergerîya.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re gelek ambûlans û yekîneyên rizgarkirinê hatin sewqkirin cihê bûyerê. 12 kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Hat hînbûn rewşa kesên birîndar niha baş e.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir