• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Kerwana Umûdê ya Êlihê raporta fealîyetên xwe ya sala 2018an daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kerwana Umûdê ya Êlihê ya ku navê xwe bi xebat û fealîyetên alîkarîyê derdorê daye hisandin raporta xwe ya fealîyetan a sala 2018an bi raya giştî re parve kir.

M. Elî Işikê Serokê Kerwana Umûdê ya Êlihê bi beşdarbûna lijneya birêveberîyê di avahîya komelê de rapora sala 2018an bi raya giştî re parve kir. 

Işik di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew li ser navê Kerwana Umûdê ya Êlihê di sala 2018an de ji 5 hezar û 478 kesên feqîr, yetîm û hejar re di nirxa 711 hezar TLyan de alîkarî kirine. Işik di daxuyanîya xwe de destnîşan kir di nav van kesên ku ji wan re alîkarî hatiye kirin êre 380 malbatên penaber jî hene.

İşik di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir di nav alîkarîya ku hat kirin de him alîkarîya pereyan û him jî alîkarîya mîna ya goştê sor, cil û berg, erzaqê heye.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de bang li kesên xêrxwaz hat kirin û ji wan ji bo zêdetir alîkarî bê kirin piştgirî hat telebkirin û hat destnîşankirin ew ê alîkarî, xebat û fealîyetên wan ên bo kesên feqîr, jar û yetîm berdewam bikin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir