• DOLAR 32.495
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2430.314
  • ...
Xelkê ku ji qutbûna ceyranê aciz bû derket kolanan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxên Kişla û Selahaddîna navçeya Nisêbîna Mêrdînê ev demek dirêj e ku li ser hev ceyran qut dibe û xelk ji xizmeta ceyranê mahrûm dimîne. Welatîyên ku li taxê dijîn ji ber qutbûnên ceyranê li hev kom bûn û daketin kolanan. Pîrekên ku daketin kolanan li ber trafoya ceyranê kom bûn û ji fîrmaya ceyranê re bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku mexdûrîyeta wan bê çareserkirin.

Ji ber kombûna welatîyan gelek polês hatin cihê bûyerê. Polês bi niştecih, muxtar û dikandarên taxê re hevdîrin kirin û welatî piştî hevdîtina ku hat kirin bi şikleke bêdeng belav bûn.

Mehmet Balikçilarê Qeymeqamê Nisêbînê û Wekîlê Serokê Şaredarîya Nisêbînê derbarê mijarê de muxtar û dikandaran qebûl kir û derbarê problema ceyranê de bi wan re hevdîtin kir. Qeymeqam destnîşan ji bo problem bê çareserkirin ew bi rayedarên şîrketê re hevdîtin kiriye.

Li Artukluya navçeya navendî ya Mêrdînê jî ji ber qutbûnên ceyranan pîrek daketin kolanan û qutbûnên ceyranan protesto kirin. Taxîyên ku daketin kolanan destnîşan kirin ew ev mehek e ku zehmetîya qutbûna ceyranê dikşînin.

Taxîyên ku daketin kolanan  derbarê mijarê de hest û ramanên xwe û bertek û daxwazên xwe wisa anîn zimên:

Halîse Keklîkçî: Ev bû 20 roj ku ceyrana me tune ye, zarokên me nexweş ketin û nikarin biçin mektebê.

Nebahat Ozçelîk:  Ji ber tunebûna ceyranê zarokên me nikarin dersên xwe bixebitin, çima ev vê rezaletê dikşînin, çima em bi pereyên xwe rezîl dibin.

Fatma Yilmaz: Em û zarokên xwe perîşan bûn,dema ku zarokên me ji mektebê tên ji ber ku ceyran tune ye nikarin ders bixebitin. Her wisa ji ber qutbûnan temamê amûrên me yên elektronîk şewitîn.

Fatma Yilmaz:  Em heqê ceyrana xwe didin, çima ceyrana me qut dikin. Ew ê kî zirarê me tedarik bike. Em perîşan bûn.

Hakîse Şahîn:  Zilamê min 95 salî ye û nexweş e, ji ber ku ceyran tune ye ez gelek zêde zehmetîyê dikşînim.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir