• DOLAR 32.511
  • EURO 34.583
  • ALTIN 2497.501
  • ...
Di sala 2018an de çi bûyer pêk hatin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di saleke ku dike temamê bibe de him li Tirkîyê û him jî li tevahîya welêt gelek bûyerên muhîm rû dan. Di salan 2018an de êrîşên ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike ve li Yemenê hatin kirin, penaberên ku ji ber şer, birçîbûn û feqîrîyê derketin rêwîtîya mirinê û di behrê de xeniqîn, Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçiyê ku di balyozxaneya Siûd a li Stenbolê  de hat kuştin û dê û bavên ku bi hesreta lawên xwe yên Yûsufî çûn rehma Xwedê, lêgerîna mafên mehkûmên Yûsufî yên ku bi kumpas û komployên FETO hatin girtin û hêj di zindanan de tên girtin derketin pêş.

Hinek bûyerên muhîm ên ku di sala 2018an de pêk hatine:

1ê Çileyê

Ruhanî: Hikûmet dê li dijî wan kesên ku hovîtîyê dikin bi tolerans tevnegere

Serokomarê Îran Hasan Rûhanî derbarê xwepêşanên ku berdewam dikin de diyar kir hikûmet dê li dijî wan kesên ku hovîtîyê dikin bi tolerans tevnegere.

Xwepêşanên ku li Meşhed û Kaşmera bajarên Îranê berî vê çend rojan "bi hinceta bihabûna heyata" dest pê kiribûn bûn xwepêşanên dijberî hikûmet û rejîmê.

Rûhanî di dawîya axavtina xwe de derbarê daxuyanîyên ku ji teref Trump ve hatiye dayîn de jî wisa got: "Kesekî ku Îranîyan wek terorîst îlan kiriye nikare derbarê Îranîyan nikare daxuyanîyan bide."

 Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

ÎLKHA dest bi weşana Soranî jî kir

Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya ku berî niha bi 3 zimanan weşanê dikir dest bi weşana Kurdîya Soranî jî kir.

Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya ku di sala 2007an de dest bi weşanê kir û bi têgihiştina nûçegihanîya rast balan kişand li ser xwe heta demekê nêz bi 3 zimanan weşanê dikir ku îro bi Kurdîya Soranî jî dest bi weşanê kir. Hûn dikarin ji malpera so.ilkha.com  nûçeyên ku bi Soranî hatine nivîsandin bişopînin.

 

4ê Çilê

Dayikeke din bi hesreta lawê xwe koçî ebedîyetê kir

Dayika Zulkuf Yuceyê ku ev 18 sal e bi kumpas û komploya FETO di girtîgehê de tê girtin wefat kir.

Zulfuye Yuceya dêya Zulkuf Yuceyê ku ev 18 sal e bi kumpas û komploya FETO di girtîgehê de tê girtin doh êvarî li Edenê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir. Dayika Zulfuye berî ku wefat bimre navê xwe ji ser zimanê xwe kêm nekir û bi hesreta lawa xwe çû rehma Xwedê.

Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

5ê Çileyê

Weqfa Yetîman bo Arakanîyan dest bi alîkarîyê kir

Weqfa Yetîman a ku berî niha di bergeha xebata ku dabû destpêkirin de ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê revîyabûn û li kampên penaberan ên li ser sînora Bangledeşê bi cî bûbûn re alîkarîyên mîna xurek, erzaq, cil û bîrên avê kiribû bênavber xebatên xwe yên alîkarîyê domand. Weqfa Yetîman  bo Mislimanên Arakanî heta salekî her roj ji 500 kesan re xwarina germ belav kir.

Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

7ê Çileyê

25 penaber xeniqîn

Li Libyayê ji ber ku keştîyek binav bû herî kêm 25 penaber jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

12ê Çileyê

Ciwanê ku di qezayê de birîndar bû Qur'ana Kerîm ji destê xwe berneda.

Otobuseke rêwîyan a ku ji Stenbolê ber bi Hewlêrê ve diçû li Silopîya Şirnexê gindirî şarampolê. Li cihê qezayê dîmenek bala nûçegihanan kişand li ser xwe. Xortekî ku rêwî bû di qezayê de birîndar bûbû digel halê xwe yê birîndarî Qur'ana Kerîm a di destê xwe de berneda.

Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

17ê Çileyê

Rêberê Hîzbûllah li ser qebra xwe hat bibîranîn

Rêberê Damezrînerê Cemaeta Hîzbûllah Huseyîn Velîoglû di 18emîn salvegera şehateta xwe de li ser gora xwe ji teref hezkiroxên wî ve bi rehmet hat bi bîranîn.

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglû di 17ê Çileya sala 2000an de li Beykoza Stenbolê di sergirtina malê de ji teref polêsan ve hatibû şehîdkirin. Qebra Velîoglû ya li Goristana Karşiyakaya Êlihê di nava rojê de ji teref hezkirîyên wî ve hat ziyaretkirin.

Piştî nimêja nîvro hat kirin re gel kom bi kom hatin ser qebra Velîoglû û li ser qebra wî Yasîn û selawat xwendin û dia kirin. Di ziyareta goristanê de jinan jî eleqeyek mezin nîşan dan.

Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

19ê Çileyê

OHAL cara 6emîn hat dirêjkirin

Rewşa Awarte ya ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hat îlankirin bo 3 mehan hat dirêjkirin.Digel vê dirêjkirin ev bû cara 6emîn ku rewşa awarte tê dirêjkirin.

Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

22ê Çileyê

Kongreya Asayî ya HUDA PARê hat tertîpkirin

Kongreya Asayî ya 2yemîn a Rihayê ya HUDA PARê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû hat tertîpkirin.

Kongreya Asayî ya 2yemîn a Rihayê ya HUDA PARê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû hat tertîpkirin.

Kongre li Salona Konferansê ya Mehmet Akîf Înan hat tertîp kirin û ji teref Celalettîn Kiliç ve bi xwendina Qurana Pîroz hat destpêkirin û bi danîşana sînevîzyonê dewam kir. Di kongreyê de piştî kontrola delegeyan hat kirin diwan hat hilbijartin. Piştî dîwan hat hilbijartin rapora faliyetan hat xwendin.  

Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

29ê Çileyê

Li Kabîlê êrîş li mekteba leşkerî hat kirin: Herî kêm 9 kes jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa çekdarî ya ku li Kabîla paytexta Efxanistanê li mekteba leşkerîyê hat kirin de herî kêm 9 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

30ê Çileyê

Alpaslan Kuytul hat binçavkirin

Di serdegirtina ku li Weqfa Furkanê hat kirin de Serokê Weqfa Furkanê Alpaslan Kuytul jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin.

Ji bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

1ê Sibatê

Fealîyetên Weqfa Furkanê bi demkî hatin rawestandin

Ji teref Wezareta Karên Hundir ve fealîyetên temamê temsîlkarî û şaxên Weqfa Furkanê bi demkî hatin sekinandin.

Walîtîya Edenê destnîşan kir  fealîyetên temamê temsîlkarî û şaxên Weqfa Furkanê bi demkî hatine rawestandin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

2ê Sibatê

Keştîya penaberan bin av bû: 90 mirî

Li nêzî Libyayê di Behra Spî de keştîyeke penaberan bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 90 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li nêzî Libyayê di Behra Spî de keştîyeke penaberan bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 90 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

9ê Sibatê

Misir Derîyê Sînorê ya Refahê girt

Misir bi hinceta "ewlehîyê" Derîyê Sînora Refahê bo çûyîn û hatinê girt.

Hat ragihandin ji teref Misirê ve bi hinceta "ewlehîyê" Derîyê Sînora Refahê bo çûyîn û hatinê  hat girtin ku Xazzeyî bes dikarin ji vî derîyî derkevin derve.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

10ê Sibatê

Jetek F-16 ya çeteyên sîyonîst hat xistin

Televîzyona Dewletê ya Sûrî îfade kir ku Jetek F-16 ya aîdî çeteyên sîyonîst hat xistin.

Ji teref çeteyên sîyonîst ve hat îfade kirin ku "teyareyeke bêmirov ya Îranê hatîye xistîn" pîştî vê daxuyanîyê çend deqa televîzyona Dewletê ya Sûrî îfade kir ku Jetek F-16 ya aîdî çeteyên sîyonîst hatiye xistin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

11ê Sibatê

Li Endonezyayê qeza otobusê: 27 mirî

Li Endonezyayê otobuseke rêwîyan qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 27 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Endonezyayê otobuseke rêwîyan pêşî li motosîkletekê qelibî û dû re dû re gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 27 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

12ê Çileyê

Di operasyona Efrînê de 31 leşker jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin di operasyona Efrînê de tev de 31 leşker jiyana xwe ji dest dane.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

13ê Çileyê

Li Yemenê birêveberê Partîya Islahê hat kuştin

Li Yemenê sûîqast li birêveberê Partîya Islahê Şevkî Kemadî  hat kirin, di encama sûîqasta ku hat kirin de Kemadî jiyana xwe ji dest da. Partîya Islahê şaxa sîyasî ya Teşkîlata Birayên Misliman a Yemenê bû.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

14ê Sibatê

Li Nîjerya yê otobusa xwendekaran qelibî: 28 mirî

Li Nijerya yê otobusa xwendekarên lîseyê qeza kir. Di encama qezayê de jê 25 xwendekar bi tevahî 28 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li devera Kano ya bajarê Mîsaû ya eyaleta Baûchî otobusa ku xwendekarên lîseyê ji bo gerê dibir bi komyonê re li hev ket û qeza pêk hat. Di encama qezayê de jê 25 xwendekar bi tevahî 28 kesî jiyana xwe ji dest dan.    

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Şahmerdan Sari ji Tirkîyê re hat îadekirin

Şahmerdan Sariyê ku ev 4 sal e li Kurdistana Iraqê girtîye  ji Tirkîyê re hat îadekirin.

Hat ragihandin Şahmerdan Sariyê ku ev 4 sal in li Kurdistana Iraqê girtîye ji Tirkîyê re hat îadekirin. Sari li Balafirgeha Atarturk a Stenbolê teslîmî polêsan hat kirin.

 Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

17ê Sibatê

Li Nîjeryayê êrîşa bombeyî: 21 mirî

Li Nîjeryayê di êrîşa bombeyî ya ku li cihê pazarê hat kirin de herî kêm 21 kes jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

18ê Sibatê

300 hezar kes beşdarî Îmtîhana Sîyerê bûn

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember vê bi sernava " Wî Bixwînin, Wî Bîjîn" Îmtîhana Sîyerê ya bi xelata Umrê hat tertîpkirin. 300 hezar kes beşdarî Îmtîhana Sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarê Pêxember ve hat tertîpkirin bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

21ê Sibatê

Êrîş li Gutaya Rojhilat hat kirin: Herî kêm 100 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên ku ji teref rejîma Baasê ya zalim li Gutaya Rojhilat hatin kirin de herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

24ê Sibatê

Metîn Yuksel li hewşa camîya ku şehîd bû hat bîranîn

Metîn Yuksel di 39emîn salvegera şehadeta xwe de  li hewşa Mizgefta Fatîhê ya ku lê hat şehîdkirin bi bernameya ku hat tertîpkirin hat bîranîn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

1ê Adarê

Emerika perwerdehîya bombeyê da PKK/YPGê

Kaşo berdevke kûalîsyona li dijî IŞÎDê ya ku bi pêşevanîya Emerîka dewam dike Albay Ryan Dillon, wêneyên perwerdekirina endamên PKK/YPGê yê perwerdehîya bombe û teqemenîyê parve kir. 

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Xweda heqê zarokên me ji wan re nehêle

Malbatên mehkûmên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne û bi şikleke neheq bi salan di girtîgehan de tên girtin zehmetî û azarên ku dikşînin anîn zimên û bo zehmetîyên wan ji rastê bê rakirin bang li rayedaran kirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

5ê Adarê

Yapicioglu: Ji sedî 90ê xelkê ji darazê bawer nake

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu destnîşan kir li memleket terazîya edaletê xera bûye û ji sedî 90ê xelkê ji darazê bawer nake.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

6ê Adarê

Li Sûrîyeyê teyara herbê ya Rûsya ket: 32 mirî

Li Sûrîyeyê teyara Rûsya ya bar ket. Di ecnama ketinê de 32 kesên di teyarê de jiyana xwe ji dest dan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

7ê Adarê

Çeteyên Bûdîst Misliman qetil kirin û mizgeft şewitandin

Li Srî Lankayê di encama êrîşên çeteyên Bûdîst de gelek Misliman hatin şehîd kirin û hin mezgeft jî hatin şewitandin.

Tê îfade kirin ku li Srî Lankayê di encama êrîşên çeteyên Bûdîst de gelek Misliman hatin şehîdkirin û hin camî jî ji teref çeteyan ve hatin şewitandin.

Di encama êrîşên çeteyên Bûdîst de heta niha çend Misliman hatine şehîdkirin nayê zanîn. Lê belê tê îfade kirin ku li rojhilatê Srî Lankayê 2 mizgeft hatine şewitandin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

8ê Adarê

Li Cerablusê êrîşa bombeyî: 8 kes jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa bombeyî ya ku li Cerablusê hat kirin de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

14ê Adarê

Stephen Hawking mir

Fîzîknas û teorîsyenê li tevahiya dinyayê navdar Stephen Hawking îro di saetên sibehê de mir.

Fîzîknasê li tevahiya dinyayê navdar, esmannas, teorîsyen û nivîskar Prof. Dr. Stephen Hawking vê sibê li mala xwe ya Cambridge yê mir. 

Bo hûrgilîyên nûçê  bitikenin.

 

18ê Adarê

Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî rehmet kir

Azîme Yondena dêya Alî Riza Yondenê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev 18 sal in ku di girtîgehê de tê girtin li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin çû rehma Xwedê.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

21ê Adarê

Li Kabîlê êrîşa bombeyî: 36 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Kabîla paytexta Efxanistanê di êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 36 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

23ê Adarê

Li Xutaya Rojhilat êrîş li stargehê hat kirin: 37 kes hatin qetilkirin

Li Xutaya Rojhilat balafirên şer ên rejîma Sûrîyê êrîşî stargehekê kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 37 kes hatin qetilkirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

25ê Adarê

Li Xutaya Rojhilat zêdetirî 100 hezar kesan hatin tahlîyekirin

Hat ragihandin li Xutaya Rojhilat a ku di bin dorpêça rejîma Baas de heta niha 105 hezar kes hatine tahlîyekirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

31ê Adarê

Li Xezzeyê şîna neteweyî hat îlankirin

Bi sedem komkujîya çeteyên sîyonîst ya li Meşa Vegerê a Mezin ya li Xezzeyê hat rastkirin li giştîyê Filistînê şîn hat îlankirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

3ê Nîsanê

Li Yemenê êrîşa asîmanî

Hêzên kûalîsyona bi pêşîvanîya Siûdî li Yemenê êrîşa asîmanî rast kir.

Hêzên kûalîsyona bi pêşîvanîya Siûdî bi balafirên herbê êrîşî bajarê Yemenê El-Hudeyde yê ku li rexa derêye kir. Di êrîşa Siûdî de ji heman malbatê jê 7 zarok bi tevahî 12 sivîl hatin qetilkirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Li Îranê şewat: 11 mirî

Li bajarê Ahvaza Îranê di qehwexaneyekê de şewat derket. Di encama şewatê de  11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Amerîka li Efxanistanê medresê bombebaran kir: Herî kêm 100 kes hatin qetilkirin

Li Kunduza parêzgaha Efxanistanê medreseyek ji teref Amerîka ve hat bombebarankirin, di encama bombebaranê de herî kêm 100 kes hatin qetilkirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

7ê Nîsanê

Di xwepêşanên li Xazzê de 31 kes şehîd bûn

Hat ragihandin di xwepêşanên ku heftîya borî li Filistînê dest pê kirin û heta niha berdewam dikin de heta niha 31 kes ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin şehîdkirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

11ê Nîsanê

Li Cezayîrê balafir ket: 257 mirî

Li herêma Cezayîrê balafireke ku ket, di encama ketina balafirê de 257 kes mirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

15ê Nîsanê

HUDA PAR: Daxuyanîyên piştgirîdayîna êrîşên li ser Sûrîyê  zîllet e

HUDA PARa ku derbarê êrîşa Amerîka ya ku li Sûrîyê hat kirin de daxuyanîyek belav kir destnîşan kir "Daxuyanîyên piştgirîdayînê zîllet e. Amerîka, Îngîltere û Rûsya ne dostê xelkê herêmê ne."

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

19ê Nîsanê

HUDA PAR: "Kurd ne kirêdar û penaber in"

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu nexşeya rê ya partîya xwe ya derbarê çareserîya "Meseleya Kurd" di civîna daxuyanîya çapemenîyê  de bi raya giştî re parve kir.

Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir pêwîst e "Meseleya Kurd" di çarçoveyeke adil de bê çareserkirin, Kurd ne kirêdar û penaber in, Kurd xwedîyê vî welatî û ji wan xelkên ku vê dewletê damezrandin e.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

22ê Nîsanê

Li Kabîlê êrîş: 50 mirî

Li Kabîlê di êrîşa ku li navenda hilbijartinê hat kirin de  43 kesî jiyana xwe winda kir, 50 kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

28ê Nîsanê

Li Filistînê 4 şehîd 350 birîndar

Li Filistînê do bi sernava "Îna Ciwanên Şoreşger" çalakiyên xwepêşandanê hatibûn lidarxistin, 4 Filistînîyên din jî ji teref Sîyonîstan ve hatin şehîdkirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

30ê Nîsanê

Li Bidlîsê bernameya Mewlûdê ya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Bidlîsê bernameya Mewlûdê ya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin. Xelkê xeremê, alim û zana, rsîpî, nûnerên sazîyên civaka siwîl û rayedarên partîyên siyasî beşdarî bernamê bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Li Stenbolê bi beşdarbûna bi sedhezaran evîndarên pêxember bernameya mewlûda hat tertîpkirin

Ji teref Koordînatorîya Stenbolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li Stenbolê bernameya mewlûdê ya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

2yê Gûlanê

4 partî li ser îttîfaqê li hev kirin

CHP, ÎP, SP û DP li ser îttîfaqa hilbijartinê li hev kirin.

Ji teref CHP, ÎP, SP û DPê ve hat ragihandin ew bo hilbijartinên parlementerîyê  di nav xwe de li hev kirine û ew ê wek îttîfaq beşdarî hilbijartinan bibin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

3yê Gûlanê

Li Hindistanê baran û bahoza tozê: 98 mirî

Li Hindistanê ji ber barana ku zêde barîye û bahoza tozê herî kêm 98 kes mirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

17ê Gûlanê

ÎLKHA dest bi weşana Farisî kir

Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya ku berî niha bi 3 zimanan weşanê dikir zimanê Farisî jî li weşanên xwe zêde kir û hejmara zimanên ku pê weşanê dikir derxist 4an.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Li Îdlîbê gaza klorê hat bikaranîn

OPCW teyîd kir ku di 4ê Sibatê de li Îdlîbê gaza klorê hatiye bikaranîn.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî teyîd kir ku di 4ê Sibatê de li Îdlîbê gaza klorê hatiye bikaranîn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Hasan Nasrallah ket "Lîsteya Terorê" ya Kendavê

Sekreterê Giştî yê Hîzbullah Libnanê û arîkarê wî jî di nav de tev de 8 kes û 2 sazî ji teref Siûd ve hatin xistin nava "Lîsteya Terorê."

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

23ê Gûlanê

Li Pakîstanê hewa germ can girt: 73 mirî

Li Pakstanê di nava sê rojan de ji ber bandora germê li welêt 73 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku li bajarê Karaçîya başûrê Pakîstanê ji ber bandora germa zêde di nava sê rojan de 73 kesan jiyana xwe ji dest dan e. 

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

28ê Gûlanê

HUDA PAR: Biryara me ji Erdogan re piştgirîdayîn e

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir ew biryar dane ku di hilbijartina serokkomarîyê de destekê bidin Erdogan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

4ê Hezîranê

Zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimanê ku nayê zanîn derbas dibe

Mehmet Yavuzê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Wanê di bernameya ku beşdarî bû de destnîşan kir zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimaneke ku nayê zanîn tê wesfandin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

5ê Hezîranê

Li Wanê 2,5 ton eroîn hat bidexistin

 Li Wanê di bergeha xebatên ku di naveyna 5 mehan de hatin kirin de tev de 2,5 ton eroîn hat bidestxistin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

7ê Hezîranê

Li Guatemalayê hejmara mirîyan derket 99an

Ji ber teqînên ku di Çiyayê Agirîn a Fuegoya Guatemalayê pêk tên hejmara mirîyan derket 99an.

Çiyayê Agirîn a Fuegoya her ku diçe tesîra xwe zêde dike, ji ber volkana û xwelîya ku ji Çiyayê Agirîn a Fueagoyê derdive heta niha 99 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

13ê Hezîranê

Mela Muhammed Seîd Varol bi selewat û tekbîran hat definkirin

ÊLIH - Ji pêşengên Cemaata Hîzbullah Mela Muhammed Seîd Varol li Êlihê ji teref hezkirî û naskirîyên xwe ve bi selewat û tekbîran hat definkirin.

Mela Muhammed Seîd Varolê ku jiyana xwe ji Îslamê re feda kir, bi salan di zindanan de ma û ev 7 sal bûn ku li muhacaratê dijîya doh di qezaya trafîkê de çû rehma Xweda îro ji teref hezkirî û naskirîyên xwe ve hat definkirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Edîp Gumuş ji bo Varol peyama tazîyê

Edîp Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah bo Mela Muhammed Seîd Varolê ku di qezaya trafîkê de wefat kir peyama tazîyê weşand.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

7ê Tîrmehê

Di doza Rojnameya Zaman de qerara derket

Di doza ku tê de nivîskarên bi navê Alî Bulaç û Şahîn Alpay ên ku berî niha dihatin darizandin de qerar derket.Di encama darizandina ku hat kirin de ji teref mehkemê ve ji Alpay û Bulaç re 8 sal û 9 meh ceza hat dayîn. Dîsa ji Mumtazer Turkone û Mustafa Unal ên ku nivîskarên rojnamê bûn re jî 10 sal û 6 meh ceza hat dayîn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Îranê kesên ku êrîşî meclîsê kirin îdam kir

8 kesên ku mîlîtanên DAIŞê bûn û li Tahrana paytexta Îranê êrîş biribûn li ser avahîya meclîsê hatin îdamkirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

12ê Hezîranê

Ebru Ozkan serbest hat berdan

Ebru Ozkana ku ji teref îşxalkerên sîyonîst ve hatibû desteserkirin serbest hat berdan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

19ê  Hezîranê

Îran: Trump 8 caran ji Rûhanî hevdîtinê teleb kir

Şewirmendê Serokomartîyê yê Îranê Mahmud Vaîzî destnîşan kir Serokê Amerîka Donald Trump bo bi Serokomar Rûhanî re hevdîtinê bike 8 caran daxwaza hevdîtinê teleb kiriye.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

26ê Hezîranê

Li Japonya ji ber germahîyên zêde 80 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji ber germahîyên zêde li Japonya di nava 13 rojan de 80 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

27ê Hezîranê

Trump ji ber "Brunsonê Sîxûr" gefê li Tirkîyê xwar

Trump ji ber "Brunsonê Sîxûr" gefê li Tirkîyê xwar û destnîşan kir ger Brunsonê sîxûr neyê berdan ew ê li hember Tirkîyê mueyyîdeyan bidin sepandin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

9ê Tebaxê

Kaolîsyona Siûd li Yemenê êrîşî serwîsa xwendekaran kir: 39 şehîd 51 birîndar

Koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike li Saadaya bajêra Yemenê serwîsa xwendekaran hedef girt. Di encama êrîşa ku hat kirin de 39 kes şehîd bûn û 51 kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

10ê Tebaxê

Nêzî 700 ton findiq zirar dît

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî destnîşan kir di bobelata lehîyê ya li Orduyê de nêzî 700 ton findiq zirar dît.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

13ê Tebaxê

Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsufî rehmet kir

Hasîna Aka 82 salî ya ku dêya Mehmet Tahir Akê ku ev 18 sal e di girtîgehê de ji ber nasnameya xwe ya Îslamî tê girtin bi hesreta lawê xwe yê Yûsufî rehmet kir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

17ê Tebaxê

Çînê 30 sîxûrên CIAyê înfaz kir

Hat ragihandin Çînê di dîrokên cuda de tev de 30 sîxûrên CIAyê înfaz kir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

25ê Tebaxê

Goştên qurbanên li Ugandayê hatin belavkirin

Goştên qurbanên ku ji teref xêrxwazan ve hatibûn bexşkirin ji teref Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-li Ugandaya welatê Afrîkayê ji bo feqîr, jar û êtîman hatin belavkirin. Kesên ku ji wan re alîkarî hat kirin kêfxweş bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

29ê Tebaxê

"Bila mehpûsên 28ê Sibatê demildest bên berdan"

Parêzer Kaya Kartalê ku di daxuyanîya çapemenîyê ya ku bi mexdûrên 28ê Sibatê hat tertîpkirin de axivî destnîşan kir "Em teleb dikin ku mehpûsên 28ê Sibatê bêyî nîşandana hincetekî û bêyî taloqkirinekê demildest bên berdan."

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

31ê Tebaxê

Ji Alparslan Arslan re cezaya muebbet hat dayîn

Ji Parêzer Alparslan Arslanê ku  di 17ê Gûlana sala 2006an de li Enqerê êrîşî daniştayê kir re cezaya hepsa muebbet hat dayîn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

 4ê Îlonê

Balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî Îdlîbê kirin

Hat ragihandin balafirên şer ên Rûsyayê êrîş birin li ser Îdlîba ku di bin kontrola muxalifan de ye.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Behra Spî bû goristana penaberan

Neteweyên Yekbûyî daxuyand, di sala 2018an de di Behra Spî de zêdetirî hezar 600 kesên penaber an jiyana xwe ji dest dane û an jî birîndar bûne.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

6ê Îlonê

Li Kabîlê teqîn: 20 mirî 70 birîndar

Di du êrîşên bombeyî yên ku li Kabîla paytexta Efxanistanê hatin lidarxistin de 20 kes jiyana xwe ji dest dan û 70 kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

Li Hindistanê lehî: Hejmara mirîyan derket hezar û 400î

Hejmara kesên ku li Hindistanê ji ber lehîya ku rabû jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 400î.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Siwîl Îdlîbê terk dikin

Ji ber îxtîmala êrîşa ku dê ji teref rejîma Sûrîyê ve li Îdlîbê bê kirin kesên siwîl dest bi terkkirina Îdlîbê kirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

7ê Îlonê

Ji Demîrtaş û Onder re cezaya hepsê

Ji Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş û Parlementerê berê yê Enqerê yê HDP Sirri Sureyya Onder re ji sûca "kirina propagandata rêxistina terorê" cezaya hepsê hat dayîn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

12ê Îlonê

Plankerê qetlîama Reyhanliyê hat girtin

Yusuf Nazîkê plankerê qetlîama Reyhanliyê di operasyona ku ji teref MÎTê ve li Sûrîyê hat kirin de hat girtin û hat anîn Tirkîyê.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

22ê Îlonê

Li Çînê zarokên Mislimanan bi zorê ji malbatên wan tên girtin

Hat diyarkirin li Herêma Xweser Uygura Sîncanê zarokên Misliman bi zorê ji malbatên wan tên standin û tên şandin êtîmxaneyan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

29ê Îlonê

Naşît Tutar hat amelîyatkirin

Lêkolîner-Nivîskar Naşît Tutarê ku ev bû 25 sal ji ber hesasîyet û xizmetên xwe yên Îslamî di girtîgehê de tê girtin ji stûyê xwe amelîyat bû

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

2yê Cotmehê

Dilê dayikan bi hesreta lawên wan ên Yusûfî yên ku bi salan di zindanan de tên girtin dişewite

Naskirîyên Yusufîyên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne û bi salan bêsûc û bêsebeb di girtîgehan de tên girtin destnîşan kirin:"Nevîyê min ji ber ku 5 wext nimêja xwe dikir min hat girtin. Ev qanûn bo diz û tiryakfiroşan tê amadekirin. Çima wan kesên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne nabînin?"

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Dayikeke din bi hesreta lawên xwe yên Yûsufî çû rehma Xwedê

Dîya Mehmet û Sadun Çidemê ku ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî di girtîgehê de tên girtin ji ber ku nexweşîya wê ya qanserê lê zêde kir dihat tedawîkirin ku Şemsa Çîgdem bi hesreta lawên xwe yên Yûsufî rehmet kir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

"Bi êrîşên 6-8ê Cotmehê hat xwestin şerê navxweyî bê derxistin"

Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgutê ku di salvegera êrîşên 6-8ê Cotmehê de axivî, destnîşan kir êrîşên 6-8ê Cotmehê projeya derxistina şerê navxweyî ya welatên emperyalîst bû.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

4ê Cotmehê

Trump: Em Erebistana Siûd diparêzin!

Serokê Amerîka Donald Trump destnîşan kir "Em Erebistana Siûd diparêzin!"

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

"Em bo Yûsufîyan edalet û hiqûqê dixwazin"

Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê li Êlihê daxuyanîya çapemenîyê li dar xist û balan kişand li ser mexdûrîyeta wan Mislimanên ku ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî bi kumpas û komployan hatin girtin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

9ê Cotmehê

Washington Post dîmenên dawî yên Kaşikçi weşand

Rojnameya Washington Post, dîmenên rojnameger Cemal Kaşikçiyê ku winda bûye yên têketina li Konsulxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûd weşand.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

10ê Cotmehê

Ulemayê Endonezyayê derbarê "Fethullah Gulen" de fetwa da

Meclîsa Ulemayê Sûfî ya Endonezya ya Asyayê fitû da ku temamê wan fealîyetên ku Fethullah Gulen û takîpkerên wî li dinyayê dikin û beşdarbûna van fealîyetan heram e.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

11ê Cotmehê

Rewşa malbata Yûsufî dil û kezeban diperîtîne

Rewşa 4 birayên ku bavê wan bi kumpas û komployên FETO ev 18 sal in di girtîgehê de tê girtin û 4 sal in ku diya wan çûye rehma Xwedê, dil û kezeban diperîtîne.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

11ê Cotmehê

"Roja  me ya herî bextewar kirin roja şîn û huznê"

Malbata Îsmaîl Balkayê ku mexdûrê daraza FETO û 28ê Sibatê ye, di girtîgehê de tê girtin û nehiştin ku beşdarî daweta xwe bi xwe jî bibe destnîşan kir roja wan a herî bextewar û şad kirin roja şîn û huznê ku ew dixwazin ev zilm demildest bi dawî bibe.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

12ê Cotmehê

ÎLKHA dest bi weşana bi Erebî kir

Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya ku berî niha bi 4 zimanan weşanê dikir, îro dest bi weşana bi Erebî kir û hejmara zimanên ku pê weşanê dike derxist 5an.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

13ê Cotmehê

Di Meşa Mezin a Vegerê de 6 Filistînî şehîd bûn

Di êrîşa siyonîstên terorîst de 6 Filistînî şehîd bûn û 112 Filistînî jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Polêsê ku tê îddîakirin Cevzet Soysalî înfaz kiriye mir

Polêsê bi navê Bîlal Ozdalê ku tê îddîakirin bersûcê qatil ê Cevzet Soysalê ku di sala 1988an de ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat înfazkirin e, mir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

14ê Cotmehê

Danezana encamnameya Hevdîtina Aliman a 3yemîn hat xwendin belavkirin

DIYARBEKIR - Danezana encamnameya Hevdîtina Aliman a 3yemîn a ku bi beşdarbûna alimên ji Kurdistana Tirkîyê, Sûrîyê, Iraqê û Îranê hat tertîpkirin hat belavkirin.

Bo hûrgilîyê nûçê bitikenin.

 

16ê Cotmehê

"Ez bi lawê xwe yê ku ji doza Îslamî hatiye girtin serbilind im"

Heyetek ji Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê malbata Abdullatîf Pamukê ku bi kumpasan di girîtgehê de tê girtin ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

18ê Cotmehê

Di avahîya konsulxaneya Siûd de lêgerîn hat kirin

STENBOL - Rayedarên Tirkîyeyî ji ber bûyeran rojnameger Cemal Kaşikçi di avahîya ku aîdî konsulxaneya Siûd e de lêgerîn kirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

19ê Cotmehê

Daniştay  rêziknameya "Sonda Xwendekaran" a ku hatibû rakirin betal kir

Daîreya 8emîn a Daniştayê hukmê rêziknameya "Sonda Xwendekaran" a ku li dibistanên navîn dihat tetbîqkirin û berî niha hatibû rakirin betal kir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Bozdag: Daniştay xwe xistiye şûna birêveberîyê

Parlementerê Yozgatê yê AK Partîyê û wezîrê berê yê edaletê Bekîr Bozdag qerara "Sonda Xwendekaran" a Daniştayê rexne kir û destnîşan kir Daniştay xwe xistiye şûna birêveberîyê.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

HUDA PAR ji qerara "Sonda Xwendekaran" ya Daniştayê re bertek nîşan da

Rayedarên HUDA PARê,  qerara Daniştayê ya betalkirina hukmê rêziknameya ku pê "Sonda Xwendekaran" hat rakirin rexne kirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

20ê Cotmehê

Li Hindistanê trên li însanan qelibî: Herî kêm 112 mirî

Li Hindistanê trêna rêwîyan li însanên ku bo mihricana ku dihat tertîpkirin li ser rêya hesinî ya trênê rûniştibûn qelibî, di encama bûyerê de herî kêm 112 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Bavê mehkûmê Yûsufî: Xweda dê hisabeke bi şiddet bipirse

Mihemed Salih Bozdagê bavê mehkûmê Yûsufî ye derbarê lawê xwe de diyar kir, lawê wî bi kumpasên FETO hatiye girtin û dû re wiha got: "Ger îro ji vê yekê re dengê xwe nekir, dê Xweda sibe hisabeke bi şîddet ji wan bipirse."

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

24ê Cotmehê

Rojnamegerê Japon ê ku ji teref El Kaîdê ve hatibû rehîngirtin piştî 3 salan hat berdan

Jumpeî Yasudayê rojnamgerê Japon ê ku ji rêyên qeçax derbasî Sûrîyê bûbû û ji teref El Kaîdeyê ve hatibû rehîngirtin, piştî 3 salan hat berdan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

25ê Cotmehê

Siûd êrîşî Yemenê kir: Herî kêm 30 kes hat qetilkirin

Di êrîşa asimanî ya ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike li Yemenê li cihê bazarê hat kirin de, herî kêm 30 kes hatin qetilkirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

26ê Cotmehê

Stranbêja navdar bû Misliman

Sînead O'Connora stranbêja navdar a Îrlandayî Mislimanbûyîna xwe daxuyand. O'Connor diyar kir ew ê ji îro pê ve navê Şuheda bi kar bîne.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

31ê Cotmehê

Li Efxanistanê helîkoptera leşkerî ket: 25 mirî

Li Faraha bajêra Efxanistanê helîkoptereke leşkerî ket, di encama ketina helîkopterê de 23 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

1ê Mijdarê

"Ceseda Kaşiçki hat perçekirin û ji holê hat rakirin"

Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgerîya Komere ya Stenbolê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ceseda Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi piştî ku hat kuştin re hat parçekirin û dû re ji holê hat rakirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Nûçegihanê ku xeberê dişopand bi şikleke bêhiqûqî hat binçavkirin

Nîhat Kanatê nûçegihanê ÎLKHAyê dema ku li xebatên kolanê ya tesîsên Sutaşê ya ku li nêzî gundê Çeltîksuya Bîngolê tê kirin û bûn sedema bertekan gundîyan dişopand bi şikleke bêhiqûqî hat binçavkirin û dest hat danîn li ser cîhazên wî.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

3yê Mijdarê

Emel Huseyîna 7 salî ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest da

Emel Huseyîna 7 salî ya ku li Yemenê ji birçîbûnê nexweş ket û hat rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

5ê Mijdarê

Yetîm-Dera Ewrûpa li Somalîyê amelîyata kataraktê da kirin

Yetîm-Dera Ewrûpayê ku sazîya alîkarîya însanî ya navneteweyî ye, li Somalîya welatê Afrîkayê  amelîyata kataraktê da kirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Hamaney: Amerîka ber bi hilweşînê ve diçe

Rêberê Komareya Îslamê yê Îranê Ayetullah Seyyîd Alî Hamaney destnîşan kir "Amerîka ber  bi hilweşînê ve diçe. Bila hemû kes vê yekê bizane."

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

13ê Mijdarê

Siyonîstan televîzyona El Eqsa bombe baran kirin

Çeteyên îşxalker ên ku êrîşên xwe yên li ser Xazzê didomînin, navenda Televîzyona El Eqsa bombe baran kirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

14ê mijdarê

Li Xazzê agirbest

Bi navbeynkarîya Misirê di navbera komên berxwedanê yên Filistînê û siyonîstên terorîst û dijmin de di warê agirbestê de lihevkirin çêbû.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Yavuz: Hinek kes dixwazin rêya darbê ji nû ve vekin, em di vî warî de hişyarîyê dikin!

Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir hinek kes ev 5-6 meh in ku şert û mercên darbê li vî welatî amade dikin û dû re derbarê standina tedbîrên pêwîst de hişyarîyan kir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

15ê Mijdarê

Di cinayeta Kaşikçi de dozgerê Siûdî  derbarê 5 kesan de îdam xwast

Dozgerê Siûdî di bergeha lêpirsîna Rojnameger Cemal Kaşikçi de ji 5 kesan re cezaya îdamê xwest.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

16ê Mijdarên

"Dayik, digel zarokê xwe yê 25 rojî hat xistin girtîgehê"

Omer Faruq Gergerîogluyê Parlementerê Kocaelî destnîşan kir dayikek digel zarokê xwe yê 25 rojî hat xistin girtîgehê ku ev yek bi binpêkirina makeqanûnê hat kirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

21ê Mijdarê

Li Kabîlê êrîş li bernameya mewlûdê hat kirin: 40 kes şehîd bûn

Li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîş li bernameya mewlûdê hat kirin. Di êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de 40 kes şehîd bûn û 60 kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

24ê Mijdarê

Konferansa Wehdeta Îslamî ya 32emîn dest pê kir

Konferansa Wehdeta Îslamî ya 32emîn a ku ji 100 welatî 350 kes beşdarî bû li Îranê dest pê kir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

ÎTTÎHADUL ULEMA ji qetlîamên li Pakistan û Efxanistanê  hatin kirin re bertek nîşan da

Yekîtîya Alim û Medreseyan ji wan êrîşên ku li Pakistan û Efxanistanê hatine kirin bertek nîşan da.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

28ê Mijdarê

Li Çînê teqîn: 22 mirî

Di teqîna ku li Çînê li nêzî fabrîkayeke kîmyayê pêk hat de 22 kes jiyana xwe ji dest dest û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

1ê Berfanbarê

"Ev dinya cihê amel û îmtîhanê ye"

Muhammed Beşîr Varolê ku li Wanê di semînerekê de axivî diyar kir, ev dinya cihê amel û îmtîhanê ye.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

3yê Berfanbarê

Qatar ji OPECê vedikeşe

Qatar dê ji Çileya sala 2019an pê ve ji OPECê vebikeşe.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Di şewata ku derket de 30 dikan şewitîn

Li Karasuya navçeya Sakaryayê di şewata ku derket de 30 dikan şewitîn.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

5ê Berfanbarê

Hikûmeta Fransa bi paşve gav avêt

Hikûmeta Fransayê ji ber xwepêşandanên  ku dihatin tertîpkirin bi paşve gav avêt û zema ku li sotemenîyê hatibû kirin 6 mehan da rawestandin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

6ê Berfanbarê

Li Îranê êrîşa bombeyî li navenda polêsan hat kirin: Herî kêm 3 kes mirin

Li bajêra Çabahara  Îranê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li navenda polêsan hat kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

 

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

7ê Berfanbarê

Zêdetirî 700 xwendekarên lîseyê ji teref polêsê Fransayê ve hatin binçavkirin

Di xwepêşanên ku li Fransayê berdewam dikin de zêdetirî 700 xwendekarên lîseyê ji teref polêsê Fransayê ve hatin binçavkirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Hamas ji welatên ku teklîfa Amerîka ya şermezarkirina berxwedanê red kirin re teşekur kir

Hamasa ku diyar kir berxwedana li dijî îşxalê heqeke meşrû ye, ji welatên ku teklîfa Amerîka ya şermezarkirina berxwedanê red kirin re teşekur kir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

8ê Berfanbarê

Weqfa Yetîman li Yemenê dest bi belavkirina alîkarîyan kir

Weqfa Perwerdehî û Piştevanîya bi Bêkes, Sêwî û Yetîman re  li Yemenê alîkarîyên însanî yên cûrbecûr kir.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Rezaleta "Roja Eraqê ya Cîhanê" ya li Edenê hat betalkirin

Rezaleta "Roja Eraqê ya Cîhanê" ya ku digel bertekên ku dihat nîşandan hat diyarkirin ew ê bê terîtpkirin hat betalkirin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

10ê Berfanbarê

Li Sûdanê balafir ket: 7 rayedarên hikûmetê jiyana xwe ji dest dan

Di qezaya balafirê ya ku li Rojhilata Sûdanê pêk hat de herî kêm 7 kesên ku tê diyarkirin rayedarê hikûmetê ne jiyana xwe ji dest dan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

15ê Berfanbarê

"Êlekzer" dîsa xwe berdan kolanan

"Êlekzer" ji bo ku zemên sotemenîyê û şert û mercên nebaş ên jiyanê protesto bikin dîsa xwe berdan kolanan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

17ê Berfanbarê

"Siûdî piştgirîya siyonîstan dikin"

Endamê Meclîsa Alimên Filistînê Şerîd el-Şevlî destnîşan kir Siûd ji bo siyonîstên terorîst bigihijin hedefên xwe yên li heremê destekê dide wan.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

18ê Berfanbarê

Çîn, Mislimanan di fabrîkayan de wek koleyan dixebitîne

Derket holê birêveberîya komunîst a Çînê ya ku Mislimanên Uygur di kampên berhevkirinê kom dike, Mislimanan di fabrîkayan de wek koleyan dide xebitandin.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

20ê Berfanbarê

Saglam: Siyaseta dirist a  ku di xizmeta xelkê de ye ket sala xwe ya 6an

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji ber minasebeta salvegera 6emîn a partîya xwe  destnîşan kir " Siyaseta Dirist ket sala xwe ya 6an. Ez hêvî dikim ku em ji bo Xwedê gelek salên din xizmeta xelkê xwe bikin."

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

21ê Berfanbarê

Zavayê ku dînoyî bû xanim, xwezûr û xwesûwa xwe kuşt

Li Mêrdînê kesekî ku dînoyî bû xanim, xwezûr û xwesûwa xwe kuşt.

Bo hûrgilîyên nûçê bitikenin.

 

Eşîr li Azezê civîyan

Ji ber îhtîmala operasyona ku dê Tirkîye li rojhilata Firadê bike û ji ber vekişîna leşkerên Amerîka ya ji Sûrîyê eşîr li Azazê civîyan.

Bo hûrgilîyan bitikenin.

 

28ê Berfanbarê

Ji "Oda" tarî û qirêj ji Pêxemberê me re heqareta mezin!

 "Oda TV"ya ku dijmintîya Îslam û Mislimanan ji xwe re kiriye wezîfe cardin ji Pêxemberê me re heqaret kir, ji ber ku ji weşanên bi vî awayî re tu kes nabe asteng raya giştî bertekdar e.

Dijminantîya ku ji Îslam û Hz. Muhammed(Silavên Xwedê Lê Bin) re tê kirin di van pêlên dawî de cardin bi şikleke herî eşkere tê kirin. Oda TVyê ku wezîfeya Charlîe Hebdo girtiye li ser milên xwe cardin cesaret kir û ji Pêxemberê me re û ji sehabîyên wî re heqaret kir.

Bo hûrgilîyan bitikenin.

 

Google nexşeya Kurdistanê jê bir

Google nexşeya Kurdistanê ya ku di beşa nexşeyên Googlê de hatibû weşandin û 4 parçeyên Kurdistanê di nav xwe de dihewand ji ber gilîya Tirkîyê rakir.

Berî vê çendakî ji ser Googlê ji teref bikarhenêrekî ve nexşeya Kurdistanê ya ku 4 parçeyên Kurdistanê di nav xwe de dihewand hat weşandin. Ji ber ku başûrê rojhilata Tirkîyê ango Kurdistana Bakûr jî di nav nexşaya Kurdistanê de bû rayedarên hikûmeta Tirkîyê ji rewşê re îtîraz kirin.

Bo hûrgilîyan bitikenin.

Bu haberler de ilginizi çekebilir