• DOLAR 32.379
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2326.113
  • ...
Cemîyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat sûc dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Cemîyeta Rojnamevanên Rojhilata Başûr a ku li Yenîşehîra Diyarbekirê ye dê di sersalê de bernameyeke pîrozbahîya sersalê ya bi eraq tertîp bike. Di afîşa ku bo bernamê hat amadekirin de tê diyarkirin ji bo beşdarvanan "eraqa bêdawî" bê îkramkirin.

Bernameya ku qala wê tê kirin dê li Parka Sumerê ya ku di heyama Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê ya HDPyî de ji Cemîyeta Rojnamevanên Rojhilata Başûr re hatiye tahsîskirin dê bê terîtpkirin.

Ew ê li mekana ku nêzî mizgeft, mekteb û navendên civakî ye pîrozbahîya bi eraq bê kirin!
bernameya bi eraq û muzîka zindî dê li Parka Sumerê di cihê ku berî niha ji cemîyetê re hatiye tahîskirin bê tertîpkirin ku li dora cemîyetê sazîyên mîna; Mekteba Gazîyê, Mizgefta Sumerê, Dibistana Navîn a Gazî, Komeleya Piştevanî û Alîkarîya bi Maklbatên Şehîdên Diyarbekirî re,  Kampusa Perwerdehîyê ya Navendî, Navenda Tenduristîyê, Navenda Werzîş û Ciwanîyê, Navenda Desteka ji Astendaran re û Dildarên Bajêr hene  ku ji ber vê yekê bername bû sedema berteka raya giştî.

Ji bo bernamê destûr nehat girtin

Hat hînbûn ji bo bernameya ku lê îkramkirina eraqê bêdawî ye û dê li Navenda Piştgirîya Civakî ya Sumerparka ku divê ji bo fêdeya însanan bixebite bê kirin ji tu sazîyên rayedar destûr nehatiye girtin.

Me derbarê bernameya ku dê bê tertîpkirin de bi Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê, Şaredarîya Yenîşehîrê , Qeymeqamtîya Yenîşehîrê û Midûrê Komeleyan re hevdîtin kir. Di hevdîtina ku em kir de hat diyarkirin ku haya wan ji vê bernameya ku qala wê tê kirin tune ye.

Sazîyên rayedar: Li wan cihên ku ji raya giştî re vekirîne eraqa bêdawî nikare bê vexwarin

Sazîyên ku me bi wan re hevdîtin kir destnîşan kir ew cemîyet ji bo vê yekê serîlêdan bike jî ew nikarin ji bo bernameya muzîka zindî ya bo şevekê û ji bo vexwarian eraqa bêdawî ya li mekanên ji raya giştî re vekirî ne ne destûrê nedin.

Rûxsata Cemîyeta Rojnamevanên Rojhilata Başûr a firotina eraqê tune ye

Birêveberîya Cemîyeta Rojnamevanên Rojhilata Başûr a ku qet qedr û qiymetê nade nirxên bawerîya xelkê destnîşan kir ew ne xwedî rûxsat in ku li vê cihê ku ji wan re ji teref şaredarîyê ve hatiye tahîsîskirin eraqê bifiroşin.

Raya giştî teleb dikin ku ev bernameya ku dijberê Îslamê ye û ne li gorî nasnameya bajêra ku welatê pêxemberan û bajêra sehabîyan e bê betalkirin.(ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir