• DOLAR 32.565
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2434.044
  • ...
 "Ew "TVya tarî" ya ku jê re Oda TV tê gotin divê demildest bê girtin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dijminantîya ku ji Îslam û Hz. Muhammed(Silavên Xwedê Lê Bin) re tê kirin di van pêlên dawî de cardin bi şikleke herî eşkere tê kirin. Oda TVyê ku wezîfeya Charlîe Hebdo girtiye li ser milên xwe cardin cesaret kir û ji Pêxemberê me re û ji sehabîyên wî re heqaret kir.

Ev malpera ku qaşo malpera xeberan e bûye Kab Bîn Eşrefên vê esrê û wezîfeya wî girtiye li ser milên xwe. Ev malper di bin navê azadîya çapemenî û vegotinê de êrîşî muqaddesatên Mislimanan kir û wê rûyê xwe ya qirêj, gemar û pîs cardin nîşan da.

Raya giştî, temsîlkarên STKyan û parêzer ji vê heqareta ku hat kirin re bertek nîşan dan û kesên ku vê nivîsê dane weşandin şermezar kirin û bertek berdewam dikin. Parêzer Huseyîn Kurşunê ku derbarê Oda Tvya ku heqaret li Pêxemberê me û pîrozbahîyên Îslamê kir de axivî diyar kir "Ew "TVya tarî" ya ku jê re Oda TV tê gotin divê demildest bê girtin."

"Em dibînin ku Oda TV cardin dijmîntîya xwe ya li hember Îslamê verişîyaye"

Parêzer Kurşun di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de bang li Serokatîya Karên Diyanetê û li temamê sazîyên civakî yên sîwîl kir da ku derbarê wê malpera ku qaşo malpera xeberan e de gilîdar bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li Tirkîyê azadîya çapemenîyê xelet tê famkirin, rexne û heqaret tên tevlîhevkirin. Min wê nivîsa ku hatiye weşandin xwend.  Heqareta ku hatiye kirin wek azadîya çapemenîyê nikare bê nirxandin. Em dibînin ku Oda TV cardin dijmîntîya xwe ya li hember Îslamê verişîyaye. Em bendewar in ku dozger derbarê vê malperê de lêpirsîn bidin destpêkirin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir