• DOLAR 32.555
  • EURO 34.936
  • ALTIN 2429.721
  • ...
"Ev kesên ku van heqaretan dikinKab bîn Eşref, Ebu Cehil û Ebu Lehebên vê esrê ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dijminantîya ku ji Îslam û Hz. Muhammed(Silavên Xwedê Lê Bin) re tê kirin di van pêlên dawî de cardin bi şikleke herî eşkere tê kirin. Oda TVyê ku wezîfeya Charlîe Hebdo girtiye li ser milên xwe cardin cesaret kir û ji Pêxemberê me re û ji sehabîyên wî re heqaret kir.

Ev malpera ku qaşo malpera xeberan e bûye Kab Bîn Eşrefên vê esrê û wezîfeya wî girtiye li ser milên xwe. Ev malper di bin navê azadîya çapemenî û vegotinê de êrîşî muqaddesatên Mislimanan kir û wê rûyê xwe ya qirêj, gemar û pîs cardin nîşan da.

Temsîlkarên STKyan ên li Rihayê  Oda Tvyê ku heqaret li Pêxemberê me û nirxên Îslamî kir re şermezar kirin û bang li Mislimanan kirin da ku bertek ji Oda Tvyê re bên nîşandan.

Remezan Baylanê Endamê Meclîsa Şaredarîyê û Xazîyê Mavî Marmarayê derbarê mijarê de diyar kir li welatekî ku ji sedî 99ê xelkê wê Misliman e malperek çawa dikare ji pîrozîyên Mislimanan re heqaret bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Tiştê ku wan wêrek dike bêdengîya me ye."

Serokê ÎQRA-DERê Abdulxafur Karaca jî derbarê mijarê de diyar kir ev kesên ku van heqaretan dikin  Kab bîn Eşref, Ebu Cehil û Ebu Lehebên vê esrê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Oda Tv malpereke ku ji Îslamê re dijmintî dike ye. Divê hikûmet demildest bersiva pêwîst bide van bêedeban."

Temsîlkarê  Komeleya SÎVEREK-DERê Sezaî Çetîn jî diyar kir têgeha cîhadê ya di Îslamê de ji xwe dikin bihane û dû re wiha li axavtianx we zêde kir: " Dînê me yê pîroz cîhadê dike da ku ji bo temamê însanetîyê aştî û aramî bê." (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir