• DOLAR 32.591
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2508.478
  • ...
Polêsê sîwîl ji pîreka bi tesettur re heqaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin çend polêsên sîwîl ên Ewlehîya Enqerê ji pîreka bi tesettur a ku bi peçe bû re heqaret kirin. Pîreka bi navê E.Ş. a ku heqaret lê hat kirin derbarê mijarê de diyar kir ew ji polêsan re gotiye ku ew li gor dînê Îslamê xwe nixumandîye; lê polêsan jê re gotine ku "dixwaze bi derpê bigere."

Bûyer di 26ê Berfanbarê de li Sîncana Enqerê pêk hat.  Pîreka bi navê E.Ş. ya ku polêsan lê heqaret kirin û ew binçavkirin  ji ser malpera civakî qala mexdûrîyeta xwe û qala wan kirarîyên nebaş û kirêt ên polêsan kir.

E.Ş. destnîşan kir 26ê vê mehê roja çarşemê dema ku ew serê şeveqê bo danûstandinê ji mala xwe derket kir ku bikeve dikanekê, lê di wê kêlîyê de 5-6 polêsan pêşîya wê birîn.

 "Polês bi min de qêrîya û got dixwaze bi derpê bigere"

E.ş. di berdewam daxuyanîya xwe diyar kir piştî ku polêsan pêşîya wê birîn re jê pirsan kirine û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Ji min pirsîn;  tu ji kû tê, çima te slogan avêt, hevalên te li kû ne? Min ji wan re got ku ez bi tena serê xwe me û min slogan neavêt. Lê digel vê yekê bi ser min de hatin û bi tundî li muamele kirin.  Dû re polêsek ji wan heqaret li peçeyê min kir. Ji min re got ku hûn nikarin bi vî awayî bi peçê bigerin, ev ne li gor qanûnê ye. Min jî ji wan re got ku ez fermana Xwedê bi cî tînim û ez li gor ayeta di Qur'anê de dinixumim. Dema ku min vê yekê jê re got ji min re got ku 'dixwaze bi derpê bigere.' û bi min de qêrîya. Piştî ku hevalên min yên ku di dikanê de bûn derketin û ew jî anîn ba min û me tevan li kuncikekî dan sekinandin. Gelek kes ji ser wê kolanê diçûn û dihatin, di nav wê qelebalixê de li ser me gerîyan û me biçûk  xistin."

 "Ji me re gotin ku hûn di binçavîyê de ne, nikarin nimêj bikin"

E.Ş. di berdewama axavtina xwe de wan bêhiqûqîyên ku hatine kirin wiha anî zimên: " Dû re ew polêsê pîrek a ku li ser min digerîya destê xwe avêt kiras û pardesuya min û xwest ku wan rabike û li ser min bigere, min ji ber vê yekê bertek nîşanî wê da ku ew bi min de qêrîya û heqaretan li min kir.  Li ba zarokên biçûk hebûn. Li ser wan bi xwe jî gerîyan. Dû re jî em birin ewlehîyê. Dema ku em birin ewlehîyê dîsa heqaretan li me kirin û bi şikleke nebaş bi me re muamele kirin. Dema ku azana nîvro xwend, me xwest ku nimêj bikin Lê destûr nedan û ji me re gotin 'hûn di bin binçavîyê de ne, hûn nikain nimêj bikin.' Lê me gelek zêde israr kir ku ji ber vê yekê bi ser hevaleke me de meşîyan û jê re gotin ku 'Hûn ji xeberdanê fam nakin, hûn di bin binçavîyê de ne.Çima hûn ew qas israr dikin?' Lê di dawîyê de mecbûr man ku destûr bidin me."

 "Tinaze xwe bi me kirin û gotin  ku heqê xwe helal bikin"

E.Ş. di dawîya axavtina xwe de diyar kir dema ku ew di bin binçavîyê de bû îfade daye û ji wê polêsa pîrek gilîdar bûye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ji ber vê yekê polêsek hat û ji min re got ku 'Ger tu derheqê polês de gilîdar bibî, dê ew jî gilîdar bibe.' û gefê li min xwar. Pir zêde hewl da ku ez gilîdar nebim, lê ji ber ku min israr kir mecbûr ma ku zabitname bigire. Piştî ku karê me li ewlehîyê temam bû, em birin nexweşxanê.  Piştî nexweşxanê polês heta êvarî zilm li me kirin, heqaret li me kirin û bi me de qêrîyan. Weke ku em terorîst in bi me re muamele kirin. Digel van hemû tiştên nebaş weke ku tizanê xwe bi me kirin ji me re gotin ku 'heqê xwe helal bikin.' Elbet em heqê xwe helal nakin. Em ê heta dawîyê li mehkemê heqê xwe bigerin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir