• DOLAR 32.507
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2434.539
  • ...
Li Endonezyayê di mezinahîya 6,1î de erdhej
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li parêzgeha Papuaya Xerb a Endonezyayê di mezinahîya 6,1î de erdhej pêk hat.

Li gorî daneyên ku ji teref Sazîya Jeofîzîk û Îklîm û Meteorolojîyê ya Endonezyayê ve hatiye belavkirin erdhej li 55 kîlometre li başûrê bajarê bi navê Manokwarîyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin erdhej 26 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Piştî erdheja ku pêk hat hişyarîya tsunamîyê hat dayîn.

Piştî erdheja ku di 28ê Îlonê de li Endonezyayê pêk hatibû re tsunamî pêk hatibû û di vê tsunamîyê de zêdetirî 2 hezar kes jiyana xwe ji dest dabûn û nêzî 500 kes jî winda bûbûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir