• DOLAR 32.562
  • EURO 34.877
  • ALTIN 2426.32
  • ...
Ji "Oda" tarî û qirêj ji Pêxemberê me re heqareta mezin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dijminantîya ku ji Îslam û Hz. Muhammed(Silavên Xwedê Lê Bin) re tê kirin di van pêlên dawî de cardin bi şikleke herî eşkere tê kirin. Oda TVyê ku wezîfeya Charlîe Hebdo girtiye li ser milên xwe cardin cesaret kir û ji Pêxemberê me re û ji sehabîyên wî re heqaret kir.

Ev mapera ku qaşo malpera xeberan e bûye Kab Bîn Eşrefên vê esrê û wezîfeya wî girtiye li ser milên xwe. Ev malper di bin navê azadîya çapemenî û vegotinê de êrîşî muqaddesatên Mislimanan kir û wê rûyê xwe ya qirêj, gemar û pîs cardin nîşan da.

Odaya tarî û gemar ji ser cîhada ku di Îslamê de ji bo edalet û û tewhîd hakim bibe ji teref Mislimanan ve tê kirin,  heqaret li Pêxemberê me kir û di nivîsa ku da weşandin de wisa got: "Xweda ji Hz. Muhammed re gotibû ku 'Me Qur'anê ji re ji  bo tu eşqiyatîyê bike neşand.' Lê belê dîroka Îslamê cîhadê ji xwe re dike bihane û eşqiyatîtê dike û xanîmet, kole û cariyeyan ji xwe re çêdikin.' Ev "oda" reş û gemar û zelîl bi van gotinên xwe ayeta kerîm berevajî kir û him jî cesaret kir ku ji Pêxemberê me re heqaret bike.

Oda TVya ku Charlîe Hebdoyê xumalî ye derbarê sehabîyê bi navê Xalid bin Welîd de jî wisa got: " Xalid bîn Welîdê ku şoreşkerê navdar ê Îslamê yê ku navê 'Şûrê Xwedê' lê hatiye kirin bi xwe jî cîhadê kiriye nêçîra pîrekan. Di destpêka sedsala 20an de li alema Îslamê serhildanên siyasî xwe nîşan dan û li Misirê  kesên bi navê Hasan el-Benna, Abduh Efxanî, Birayên Qutub û kesên mîna van di pratîka îsyana dînperest de bûne sembol." Ev malpera qirêj û zelîl bi van gotinên xwe dijminantîya xwe ya li hember Îslam û sehabîyan nîşan da.

Ev heqaretên bi vî awayî ji teref wan "odayên tarî" ve yên ku dixwazin li Tirkîyê kaos û alozîyê derkeve tên kirin, lê belê weşan û astengên wan bi tu awayî nayên astengkirin ku ev yek di raya giştî de dibe sedema bertekan.

Welatîyên ku ji ser medyaya civakî parvekirinan dikin xwestin ku derbarê wî şexsê ku nivîsê amade kiriye û wî malpera bi navê Oda Tv'ya ku vê nivîsê daye weşandin û heqaretî pîrozîyên Îslamê kiriye de lêpirsîn bê destpêkirin.

Ev malpera ku heqaretî dînê Îslamê û pîrozbahîyên Mislimanan dike û ji xwe re kiriye hedef ku li welêt kaos û alozî derkeve hêj di weşanê de ye ku ev yek jî rewşa nebaş a darazê jî dide ber çavan. Raya giştî bertekeke mezin nîşanî vê nivîsa ku hat weşandin da. Tê meraqkirin gelo ew ê Wezareta Karên Navxwe û Edaletê derbarê vê nivîsa rezîl û pîs de lêpirsînê bide destpêkirin an na?(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir