• DOLAR 32.387
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2326.31
  • ...
 "Hikûmet nikare newekhevîyê tetbîq bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parêzer Cuneyt Toramanê ku diyar kir divê mexdûrên 28ê Sibatê demildest bên berdan balan kişand li ser dozên Ergenekon û Balyozê û diyar kir "Dewletek, hikûmetek nikare sepana newekhevîyê tetbîq bike. Ger tetbîq bike ev yek tê wateya bidawîbûna edaletê."

Toraman di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir "Li Tirkîyê, ew kesên ku bi şikleke eşkere xebatan dikirin da ku darbê bikin û ji dozên Balyoz û Ergenekonê hatibûn girtin yek bi yek hatin berdan û tazmînatê standin; lê belê ew Mislimanên ku marûzî zilma daraza FETO û 28ê Sibatê mane û bi sûcdarkirinên bêesil û nerast hêj di girtîgehê de tên girtin."

"Ev însan bêsûc in"

Toraman di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew  her tim qala wan bêhiqûqîyên ku tên kirin dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ger ev yek zirareke maddî bana dibe ku hatibana telafîkirin û bê daqurtandin. Lê belê em behda azadîyê dikin. Niha zêdetirî  500 kesî bi dozên kumpasê yên di pêvajoya 28ê Sibatê di girtîgehê de tên girtin. Ji yekî wan dosyayan  bi xwe jî rêxistina terorê dernakeve. Ew PKKyîyên cinayetan kirin berî vê salan hatin berdan; lê belê ew kesên ku kêr bi xwe nexistine destê xwe ji sûca teşebûskirina rakirin makeqanûnê hatin mehkûmkirin û hêj di girtîgehê de tên girtin.  Digel ku PKKyî rêxistina terorê ya çekdar be jî sepanên cuda ji bo wan tê tetbîqkirin û ji bo Mislimanan sepanên cuda tên tetbîqkirin. Ez dixwazim balan bikşînim li ser vê yekê. Ji ber ku Mislimanan bi rakirina nîzama makeqanûnî tên îthamkirin û ji ser vê yekê ceza ji wan re hat dayîn hêj di girtîgehê de tên girtin. Dev ji îhlakirina makeqanûnê berdin ev însan civîneke ji rêzê, xwepêşanekê jî tertîp nekirine. Ez wek parêzer beşdarî gelek dozan bûm û ez naveroka van dozan dizanim. Ev însan bêsûc in."

 "Hikûmet nikare newekhevîyê tetbîq bike"

Toraman di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir "Li Tirkîyê, ew kesên ku bi şikleke eşkere xebatan dikirin da ku darbê bikin û ji dozên Balyoz û Ergenekonê hatibûn girtin yek bi yek hatin berdan û tazmînatê standin; lê belê ew Mislimanên ku marûzî zilma daraza FETO û 28ê Sibatê mane û bi sûcdarkirinên bêesil û nerast hêj di girtîgehê de tên girtin." Toraman dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ji bo mexdûrên 28ê Sibatê bên berdan divê piçekî din bi cesaret bê hereketkirin. Hewce nake ji bo berdana van însanên masûm li raya giştî bê mêzekirin. Ew ê tu derîyê girtîgehê vekî û wanan berdî, ev qas hêsan e. Hikûmet û dewletek nikare newekhevîyê tetbîq bike. Ger wisa bê kirin ev yek tê wateya bidawîbûna edaletê. Nexasim divê AK Partî li edaletê xwedî derkeve. Lewra di nava navê wî de edalet heye."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir