• DOLAR 32.344
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2283.123
  • ...
Ji ber ku destheqê asxarî zêde bû him karker û him jî kardêr memnun in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê du rojan ji teref Wezîra Xizmetên Civakî û Xebata Malbatî Zehra ZUmrut Selçuk ve  hat ragihandin ku ew ê ji 1ê Çileyê pê ve destheqê asxarî bibe 2 hezar û 20 TL. Piştî vê daxuyanîyê him karker û him jî kardêr kêfxweş bûn.

Piştî daxuyandina destheqê asxarî karker û kardêrên ku ji ÎLKHAyê re axivîn, diyar kirin ew ji ber zêdebûna ku hatiye kirin kêfxweş û bextewar in.

Şikran Karaozana ku bi destheqê asxarî dixebite derbarê mijarê de diyar kir "Ji ber zêdekirina ku hatiye kirin ez kêfxweş im. Hevalên min jî ji vê yekê razî ne. Ez li ser navê temamê hevalên xwe ji komîsyona destheqê asxarî re teşekur dikim. Bi rastî jî destheqê asxarî ya berê têra me nedikir, em niha hinekî rihet bikin. Em bextewar û şad in."

Mustafa Hoştaşê berpirsê hilberînê ya fabrîqê jî derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku  destheqê asxarî hat zêdekirin em kêfxweş in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Ji sedî 26 zêdekirin hat kirin ku ev yek ji bo xebatkarên me pir baş çêbû. Her wisa ev yek fêde bide karê ku tê kirin jî. Ser xêrê be."

Kardêr Îbrahîm Batuk jî derbarê mijarê de diyar kir  zêdebûna destheqê asxarî him ji bo wan û him jî ji bo karkeran baş çêbû ku ew ji ber vê yekê kêfxweş in û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Niha em 300 karkeran dixebitinîn, me ji xwe re kiriye hedef ku vê hejmarê di sala 2019an de derxin 500î."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir