Li gelek bajêran ji ber berfêmekteb hatin tatîlkirin
Ji ber berfa zêde ya ku dibare li gelek bajêran mekteb bo rojekê hatin tatîlkirin.
Hat ragihandin ji ber berfa zêde ya ku dibare li bajarên bi navê Sêwas, Aksaray, Bîngol, Gumuşhane, Meletî û Dêrsimê mekteb bo rojekê hatin tatîlkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyan ve hat belavkirin de hat diyarkirin ji ber berfa ku zêde dibare mekteb bo rojekê hatine tatîlkirin.
Doh jî ji ber berfa ku barîyabû li 24 bajêran mekteb hatibûn tatîlkirin.(ÎLKHA)