Ji milyonek mamosteyên ku naxebitin bes 20 hezar dê bên tayînkirin
Li Tirkîyê milyonek û 92 hezar û 33 mamoste li benda tayînê ne, lê belê ji vê reqemê bes 20 hezar mamoste dê bên tayînkirin.
Parlementerê Nîgdê Omer Fethî Gurer, taleba mamosteyên ku li benda tayînê ne bi pêşniyazpirsa ku da anî rojeva meclîsê û ji Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî pirsî gelo ew ê sala pêşîya me tayîna mamosteyan bê kirin an na.
Gurer di pêşniyazpirsa ku da meclîsê de destnîşan kir li Tirkîyê milyonek û 92 hezar û 33 mamoste li benda tayînkirinê ne.
Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî Zîya Selçuk di bersiva ku da pêşniyazpirsê de diyar kir ew ê di heyama pêş de 20 hezar mamoste bên tayînkirin û dê ev tayînkirin dê berdewam bike.(ÎLKHA)