Faxreddîn Sakçiyê kekê Qadîr Sakçi derbarê bûyerê de axivî
Faxreddîn Sakçiyê kekê Qadîr Sakçiyê ku li Hendeka Sakaryayê di êrîşa çekdarî de hat kuştin derbarê bûyerê de daxuyanî da.
Faxreddîn Sakçi di daxuyanîya ku da de derbarê îddîayên cinayet ji ber Kurdbûyînê hatiye kirin de wiha axivî: " Em jî dizanin ku di nav me de tu mesele û doz tune ye, vê yekê hemû kes jî dizane. Em wî şexsê qet nas nakin. Ev bû 30 sal ku em li vê derê dijîn û tu carî li rasta meseleyeke ku ji ber Kurdbûna me rû da ye nehatin. Belê em Kurd in; lê belê em ji ber meseleya Kurd-Tirk li rasta tiştekî nehatin."
Sakçi di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ev 30 sal in ku li vê derê dijîn û zarokên wan li vê derê mezin bûne û zewicîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Exlebeyê zarokên me bi Kurdî nizanin. Lê dîsa jî Kurd in. Millet radibe vê yekê dike meseleya Kurdperestî-Tirkperestîyê ku... Me tu carî berî niha tiştekî wisa li vê derê nedît. Nîvê wan kesên ku tên şîna me Tirk û nîvê din jî Kurd in. Hemû kes hatin sersaxîyê dan me û çûn."(ÎLKHA)