• DOLAR 32.519
  • EURO 34.799
  • ALTIN 2421.491
  • ...
 "Yûsifîyên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne di zindanan de hatin jibîrkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve li Edenê paneleke bi navê "Heyatên ku di Zindanan de Hatine Jibîrkirin" hat tertîpkirin. Rayedarên teşkîlatên bajêr û navçê yên HUDA PARê,  temsîlkarên gelek STKyan û naskirîyên mehkûmên Yûsifî beşdarî panelê bûn. Di panela ku hat tertîpkirin de hat diyarkirin mehkûmên Yûsifî ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatine girtin û ji bo wan edalet hat telebkirin.

Kesên ku beşdarî panelê bûn û di panelê de derbarê mijarê de bi rêzê wiha axivîn:

Parêzer Hakan Ozbay di destpêka panelê de axavtinek kir û balan kişand li ser zilmên li ji mêj ve heta îro li însanan hatine kirin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Di salên 90î de û nexasim di pêvajoya 28ê Sibatê de  zilmên ku dihatin kirin gihaştibûn lûtkeyê. Weke ku hûn di sînevîzyonê de jî dibînin ji bo pêşîya van camiayên Îslamî û fealîyetên wan bê girtin  zilm, zext û serdegirtin hatin kirin û  hinek caran di dema ku ev camîayên Îslamî di mizgeftê de dersa Qur'anê didan di ser wan de digirtin û hewl didan wan ji holê rabikin. Em qala van camîayên Îslamî yên ku zilm û zext li wan hatin kirin dikin. Yûsifîyên ku ji ber vê yekê ev zêdetirî 25 salan di girtîgehê de ne hene."

Endamê Lijneya Birêveberîya ULFET-DERê Dr. Remezan Yildiz jî di panelê de diyar kir mexdûrê herî mezin ê pêvajoya 28ê Sibatê mexdûrên doza Sêwasê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Ew kesên ku li Sêwasê Otela Madimakê şewitandin û ên ku niha ji ber vê bûyerê di girtîgehê de tên girtin kesên ji hev cûda ne. Ew kesên ku otelê şewitandin li derve ne û ew kesên ku beşdarî mîtîngê bi xwe jî nebûne hatin avêtin girtîgehê."

Serokê Komeleya Sîyerê Sînan Konuk: "Xwelî li serê me be ku me di nav van çendîn qernan de Omerekî ji nav xwe dernexist. Naxwe divê em zêdetir bixebitin. Înşallah ew ê ji kekên me yên Yûsifî re azadî bibe nesîb."

Serokê Komeleya Malbatê Psikoterapist Adnan Kalkan: "Ewladên ku bavên wan bi salan di girtîgehê de tên girtin û bi bavên xwe re bi salan nikarin bi bavên xwe re hevdîtinê bikin hene.Divê ew kesên ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatine girtin rêya darizandina ji nû ve bê vekirin."

Temsîlkarê Bajêra Edenê tê Ozgur Derê  Hakan Yilmaz: " Ew kesên dîndar ên ku di salên 90î de û di pêvajoya 28ê Sibatê de hatin avêtin zindanan ji teref rêxistinên tarî û nebaş ve bi peyva terorîzmê tên bîranîn."

Serokê Yûsifî-Derê Parêzer Mîrxan Ozbeklî: " Ew mexdûrîyetên ku ji ber doza Sêwasê pêk hatine hêj berdewam dikin. Di vê dosyayê de tu carî li gor hiqûqê hereket nehat kirin. Wekî din Exlebeyê binçavîyên Hîzbûllah dereqayid û bi revandinê hatine kirin."

Serokê Bajêra Edenê yê Mezlûm-Derê Parêzer Mehmet Alî Onal: " Teleba darizandina adil a mehkûmên mexdûrê daraza FETO û 28ê Sibatê heye."

 Koordînatorê Înîsayîtafa  Malbatên Mexdûrê Daraza FETO û 28ê Sibatê Musab Arasan: " Yûsîfî salên xwe yên herî xweş di nav 4 dîwaran de derbas kirin.""(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir