• DOLAR 32.543
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2434.651
  • ...
"Dewlet şexsan teşwîqî qumarê dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê derbarê rojeva hundir de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin "dewleta ku wezîfeya eslî parastina civakê, girtina pêşîya tiştên ku dê rê li ber îfsadê vebikin e bi desteka ku dide qumarê û bi teşwîqa ku dike dibe hêmaneke ku hizûr û arama civakê asteng dike."

 "Wezîfeya dewletê ya eslî parastina civakê ye"

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin wezîfeya dewletê ya eslî parastina civakê ye û dû re wiha  hat gotin: " Wezîfeya dewletê; parastina civakê,  girtina rê li ber tiştên ku dê bibin sedema îfsadê, girtina temamê tedbîran bo parastina sazîya malbatê û arama wê ye; lê belê dewlet destekê dide qumarê û ji vê yekê re teşwîqê dike ku bi vê yekê dibe ji wan hêmanên ku li ber aram û hizûra civakê dibin asteng.  Qumar  ji hêla şexsî, malbatî û civakî ve dibe sedema problemên gelekî mezin. Rajêrîya qumarê him dibe sedema problemên psîkolojîk û him jî dibe sedem ku rê li ber tiştên din ên nebaş bê vekirin. Ew şexsê ku ketiye nav lepên qumarê mesûlîyeta xwe ya şexsî, malbatî û civakî û derdorî nikare bi cî bînî. Digel vê yekê rajêrîya qumarê dibe sedem ku di nav malbatê de ewlehî û bawerî ji holê rabe û rê li ber problemên mezin ên mîna talaq û şiddetê vedike."

 "Dewlet şexsan teşwîqî qumarê dike"

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyaririn divê civakeke Misliman di warê xerabûn û asîmîlasyona çandî bê muhafezekirin û dû re wiha hat gotin: "  Dewleta ku wê qumara ku bacê nade wek tiştekî îllegal nîşan dide, wê qumara ku bacê jê distîne û ew bi xwe dide lîstandin jî hewl dide wek tiştekî hiqûqî û exlaqî nîşan bide.  Di vê bergehê de di bin kontrola dewletê de pîyangoya mîllî, îddîa û bahîs tê lîstandin ku ev yek bi şikleke teqez nîşan dide ku qumar bi destê dewletê tê lîstandin û şexsan teşwîqî qumarê dike. Di bin navê "Mîllî Pîyango"yê de çandeke sunî tê çêkirin ku hewl tê dayîn ku berê însanan  bidin qumarê. Di vê bergehê de em wezîfeyên makeqanûnî yên dewletê di bîran dixin û dibêjin ku di bingeha exlaqî ya vê civakê de qumar tuneye. Divê dewlet demildest pêwendîyên xwe yên bi temamê organîzasyonên qumarê qut bike û li dijî vê yekê tedbîrê bistîne."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir