• DOLAR 32.518
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2432.252
  • ...
HUDA PAR: Divê li dijî qerara Amerîka ya vekişîna ji Sûrîyê bi îhtîyat bê hereketkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn derbarê qerara vekişîna Amerîka ya ji Sûrîyê, derbarê penaberan û derbarê geşedanên dawî yên li Efxanistanê de nirxandinên balkêş hat kirin.

 "Divê li hember qerara Amerîka ya vekişîna ji Sûrîyê bi îhtîyat bê hereketkirin"

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji bo li Sûrîyê çareserîyek bê tesîskirin vekişîna Amerîka ya ji Sûrîyê gaveke baş e û dû re weha hat gotin: " Amerîkayê daxuyand ku ew ji ber têkçûna DEAŞê ji Sûrîyê vedikeşe. Ji bo li Sûrîyê çareserîyek bê tesîskirin vekişîna Amerîka ya ji Sûrîyê gaveke baş e; lê belê dema ku li geşedan û pratîkên li Iraq û Efxanistanê bê mêzekirin, divê li hember qerara Amerîka ya vekişîna ji Sûrîyê bi îhtîyat bê hereketkirin. Di heyama Obama de qerara vekişîna ji Efxanistanê hat dayîn, lê belê li Amerîkayê di navbera Pentagon û Qesra Spî de qeyraneke siyasî rû da û Amerîka hebûna xwe ya leşkerî zêdetir kir. Ji ber îhtîmala operasyona Tirkîyeya endamê NATO ya li hember YPGê û ji ber îhtîmala derketina pevçûna di navbera Tirkîye û Amerîkayê, bi şikleke çalak di warê çareserîya siyasî de hereket kirina Tirkîye, Îran û Rûsyayê ev tev bûn sedem ku Amerîka stratejîya xwe ya li Sûrîyê biguherîne. Di encama hevdîtinên ku hatin kirin û ziyaretên ku li  herêmê hatin kirin de îhtîmal heye ku ew cihên ku ji teref Amerîka ve tên valakirin ji teref hinek kesên din ve bên dagirtin."

 "Em wek HUDA PARê cardin  di bîran dixin ku divê çareserîya siyasî bê esasgirtin"

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin Fransa piştî ku Amerîka qerara xwe ya vekişînê eşkerekir re hewl dide li herêmê derkeve pêş û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji bo tesîsirina çareserîya siyasî ya li Sûrîyê Tirkîye, Rûsya û Îran li Cenewreyê hatin bal hev û di warê nivîsandina makeqanûnekê gaveke baş avêtin.  Gavên ku hatin avêtin meriv hêvîdar dikin ku divê di pey vê yekê de gavên mîna; li Sûrîyê agirbesta mayîne, serbestberdana girtîyên siyasî, terikandina çekan, amadekirina makeqanûneke ku temamê terefan temsîl bike, ji nû ve avakirina Sûrîyê û vegera penaberan bên avêtin.  Şerê navxweyî ya Sûrîyê nîşanî me daye ku bi mudaxeleya emperyalîstan medenîyet çawa hat tinekirin. Em wek HUDA PARê cardin  di bîran dixin ku divê çareserîya siyasî bê esasgirtin. Û em cardin di bîran dixin ku divê welatên li herêmê meseleyên xwe yên navxweyî di nav xwe de çareser bikin û qet fersendê nedin ku emperyalîst mudaxeleyî wan bikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir