Ji Ishak Saglam ji bo wan kesên ku di tsunamîya li Endonezyayê de mirin peyama tazîyê
Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji Xwedê, ji bo wan kesên ku li Endonezyayê ji ber tsunamîyê jiyana xwe ji dest dan rehmet û ji bo kesên birîndar jî şifa teleb kir.
Saglam di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de diyar kir ev musîbet bibe kefaret û bibe wesîleya vekirina derîyên xêran.
Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir " Ez ji Xwedê, ji bo wan kesên ku li Endonezyayê ji ber tsunamîyê jiyana xwe ji dest dan rehmet û ji bo kesên birîndar jî şifa û ji bo naskirîyên wan jî sebrê teleb dikim. Rebbê min, vê musîbetê bike kefaret û bike wesîleya vekirina derîyên xêran.
Berdevkê Ajansa Birêveberîya Bobelatê ya Neteweyî Sutopo Purwo Nugroho derbarê mijarê de daxuyanîyek daBÛ. Berdevk Sutopo di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kiribû herêmên Serang, Pandeglang û Lampung ji tsunamîya ku pêk hatiye tesîrdar bûne û zêdetirî hezar û 400 malî ji tsunamîyê zirar dîtine.(ÎLKHA)