Ceseda pîreka pîr di qanala avê de hat dîtin
Ceseda pîreka 85 salî ya Sûrîyeyî ya ku 3 rojan xeber jê nedihat standin di qanala avdanê de hat dîtin.
Meryem Elabîda 85 salî ya ku eslê xwe Sûrîyeyî ye li Akçekaleya Rihayê berî vê 3 rojan winda bû û ji wê rojê vir ve jê xeber nedihat girtin ku doh di encama lêgerîna ku hat kirin de di qanala avdanê de hat dîtin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin piştî ku malbat serîlêdana windabûnê kir re cendirmeyan xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Di encama xebatên lêgerînê de ceseda pîreka Sûrîyeyî di qanala avdanê ya li Taxa Hurriyetê de ha tdîtin.
Cesed hat rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Akçekalê.(ÎLKHA)