Cezayên derbasbûna ji piran dê bên betalkirin
Serokê TBMMê Bînalî Yildirim destnîşan kir " Em ê mijara cezayên derbasbûna ji piran bi maddeya demkî ji holê rabikin."
Bînalî Yildirimê Serokê TBMMê bi welatîyên ku dema ji piran derbasbûn ceza xwarin re hevdîtin kir. Yildirim derbarê cezayên ku hatine nivîsandin de destnîşan kir ew ê ceza bên betalkirin û dê pere jî bên îadekirin.
Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji 26 milyon û 744 heb cezayan tevde 20 milyon hatiye tahsîlkirinç Piştî ku min hevalên li vê derê guhdar kir re ez qanê bûm, dewlet agahdarkirinên pêwîst nekiriye. Divê Wezareta Veguhastinê vererastkirineke nû amade bike. Înşallah ez ê bi vê mijarê re eleqedar bibim."(ÎLKHA)