• DOLAR 32.515
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2484.298
  • ...
 "Mahkûmên Yûsufî bi qerarên ku FETO da hatin avêtin zindanan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Înîsîyatîfa Malbatên Maxdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê bo mexdûrîyeta mehkûmên Yûsufî yên ku bi kumpas û komployên FETO hatine girtin bê çareserkirin ziyareta xwe didomîne. Li Edenê Koordînatorîya Edenê ya Înîsîyatîfa Malbatên Maxdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê di bergeha van ziyaretan de Parêzer Xalis Yetkîner ziyaret kir.

Di ziyareta ku hat kirin Temsîlkarê Înîsîyatîfa Malbatên Maxdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Orhan Erkuş  balan kişand li ser girtîyên Hîzbûllah, Hîzb-ut Tahrîr, Weset û Sêwas ên ku bi kumpas û komployan di zindanan de tên girtin û diyar kir ev kes ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatin girtin û hêj di zindanan de ne.

"Welatîyên me yên ku 10-15 salan di girtîgehê de tên girtin û dehebîne hene"

Erkuş di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi hezaran însan di pêvajoya 28ê Sibatê de bi kumpas û komployan û bi neheqî ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatin girtin. Erkuş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berî niha gotibû 'Welatîyên me yên ku ev 10-15 sal in belebeb di girtîgehê de tên girtin hene û di hepsan de dehibîne.'  Digel ku ji ser vê gotinê demeke dirêj derbas bûbe jî hêj di vî warî de tu gav nehatine avêtin. Em ditirsin ku ev yek bibe sebeba xezeba Xwedê."

 "Ez bi xwe yeqînen wan dozên kumpasê yên ku ji teref FETO ve li Edenê hatine tertîpkirin dizanim"

Parêzer Xalis Yetkîner di ziyareta ku hat kirin de derbarê kumpas û komployên ku ji teref FETO ve li Edenê hatine tertîpkirin de axivî û wiha got: "Ez bi xwe yeqînen wan dozên kumpasê yên ku ji teref FETO ve li Edenê hatine tertîpkirin dizanim. Kesên bi navê Abdullah Arslan, Orhan Ozdemîr, Faruk Avşîn û Nûrî Aslan ev 20 sal zêdetir bi van kumpas û komployan di girtîgehê de tên girtin."

 "Bi wan îmzeyên sexte cezaya hepsa muebbet dan Abdullah Arasan"

Yetkîner di berdewama axavtina xwe qala wan bêhiqûqîyên ku ew bi xwe ji wan re bûye şahid kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Orhan Ozdemîr bi keyfî ne li gor şertên îadekirinêç hat darizadin û bi qanûna cezayê ya berê hat mehqûmkirin. Înşallah kesên rayedar bi vê gotina min bibihîzin. Dîsa Abdullah Arasan 8 rojan di bin binçavîyê de hat girtin û xwestin ku pê zabitnameya îfadê bidin îmzekirin; lê ew wê zabitnameyê îmze nekir.  Ji ber vê yekê zilamên FETO yên di nav FETO de gotin ' tu îmze nakî neke, em ê îmze bikin.' Û ew bi xwe li ser navê Arasan îfadê îmze kirin. Ji teref mehkemê ve hat tespîtkirin ku ev îmze sexte ne; lê digel vê yekê  cezaya hepsa meubbet a girankirî jê re hat dayîn û hêj jî di girtîgehê de tê girtin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir