• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
HUDA PAR: Divê li dijî wan kesên ku bûne sedema qeyrana Yemenê ambargo bê destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de  daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê qeyrana li  Yemenê û hevdîtinên agirbestê yên li Swêdê de û derbarê êrîşên ku di van pêşên dawî de ji teref siyonîstên terorîst ve li hember Mislimanên Filistînî tên kirin de nirxandinên balkêş hatin kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di van rojên dawî de êrîşên siyonîstên terorîst ên li hember Filistînîyan zêde bûye û dû re wiha hat diyarkirin: "Ji ber îxtîlaf û belavbûna alema Îslamê û ji ber bêhêzbûna alema Îslamê rejîma siyonîst a îşxalker di van deh rojên dawî de zext û êrîşên xwe yên li hember Filistînîyan zêde kiriye. Di encama êrîşan de mal û kargeh hatine xerakirin û gelek birayên me yên Filistînî şehîd bûn. Xwepêşan wek hincet hatin nîşandan û têketina bajêra Ramallahê hat girtin, êrîş li mal û kargehan hat kirin û gelek Filistînî hatin desteserkirin û hatin avêtin zindanan. Her wisa di bin çavdêrîya rejîma siyonîst de xwecihên îşxalker êrîş birin li ser mal û kargehên Filistînîyan û  bi belavokên ku belav kirin gefê li siyasetmedarên Filistînî xwarin. Ew dabeşbûna di siyaseta Filistînê de, îxtîlaf û kaosên di nav welatên Îslamê de, cesaret da îşxalerên siyonîst û bû sedem ku asta êrîşên xwe zêdetir bikin."

 "Digel îşxala ku li hember xelkê Filistînê tê kirin û digel qirkirina ku  tê kirin bi rejîma siyonîst re hevkarî kirin îxanet e"

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo rizgarîya Mescîda Eqsayê Misliman di bergeha kurewî de înîsîyatîfê bigirin destên xwe û dû re wiha hat gotin: "Digel temamê fealîyetên îşxalê û îhlakirinên mafên mirovan di qada navneteweyî de li dijî rejîma siyonîst tu mueyîde nayên tetbîqkirin; berawajîya vê yekê ew welatên emperyal piştgirîyê didin helwesta rejîma siyonîst. Ew welatên ku destekê didin rejîma siyonîst, berxwedana Filistînê wek terorîst nîşan didin û hewl didin rejîma siyonîst meşrû nîşan bidin. Serokwezîrê rejîma îşxalker û siyonîst di wan rojên borî de çend welatên Ereban ziyaret kir û got ku ew ê pêwendîya xwe ya bi welatên Ereban re pêşve bibin. Digel îşxala ku li hember xelkê Filistînê tê kirin û digel qirkirina ku  tê kirin bi rejîma siyonîst re hevkarî kirin îxanet e. Divê li dijî vê îxanetê gav bên avêtin."

 "Divê li dijî wan kesên ku bûne sedema qeyrana Yemenê mueyîde bê destpêkirin"

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin li ser qeyrana însanî ya li Yemenê û hat diyarkirin ew welatên herêmê yên ku bûne sedema derketina  qeyrana Yemenê ji bo çareserîyê divê xebatan bikin û dû re wiha hat gotin: " Divê li wan welatên ku bi milyar dolaran xereç didin emperyalîstan û serweta ummetê ji dijminan re pêşkêş dikin û di qeyrana Yemenê pêşîvantîyê dikin zext bê kirin da ku çareserîyê bidin dest pê kirin û ger pêwîst be li dijî van welatan ambargo bê destpêkirin." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir