• DOLAR 32.487
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2431.709
  • ...
"Siûdî piştgirîya siyonîstan dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şerîd el-Şevlîyê Endamê Meclîsa Alimên Filistînê destnîşan kir Siûd piştgirîya çeteya terorê ya siyonîst dike û ji bo siyonîst li herêmê bigihijin armanc û hedefên xwe temamê desteka xwe didiyê. El-Şevlî her wisa diyar kir hinek welatên Ereban di pişta perdê de bi Tel Avîv re dikevin pêwendîyê.

El Şevlî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir meseleya Filistînê bo alema Îslamê meseleyeke gelekî muhîm e û ev mesele ummeta Îslamê tîne ba hev  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dijminekî ummeta Îslamê heye; ew jî rejîma îşxalê ye. Dagirker û mêtinkarên mîna Fransiz û Îngîlîz bi herêmê dabeş bikin vê rejîmê damezrandin."

Şevlî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir "Dewleta Siûd pergaleke dîktatorîyê ye ku di dîrokê de emsala wê nehatiye dîtin.  Ev dewlet bi derfetên di destê xwe de û bi talîmatên ku ji Amerîkayê dîstine hewl dide îsraîl li herêmê bigihije armanc û hedefên xwe."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir