• DOLAR 32.596
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2508.413
  • ...
Li Sêrtê qeza: 3 jê giran 9 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Erûh û Misircêya navçeya Sêrtê du qeza pêk hatin. Di encama qezayên ku pêk hatin de 3 kes jê giran tevde 9 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li nêzî rêya Baggozuya Erûhê otomobîla bi plaqeya 07 CRL 14 a ku ajokarê wê Qasim Înan bû pêşî kete koncalê û dû re teqla avêt. Di qezaya ku pêk hat de kesên bi navê  Qasim, Feyzullah, Mehmet û Omer Înan birîndar bûn. Hat ragihandin rewşa duduwan nebaş e.

Qezayeke din li Misircêya Sêrtê pêk hat.  Otomobîla bi plaqeya 34 YC 0842 a ku ajokarê wê Fesîh Kuyumcu bû li nêzî gundê Birê ji ber ku hakimîyeta dîreksîyonê ji dest hat dayîn qeza kir. Di encama qezayê de kesên bi navê Fesîh Kuyumcu, Turkan, Sabahat, Beşîr û Mehmet Can Kuyumcu birîndar bûn.

 Hat ragihandin kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û rewşa duduwan giran e.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir