Serwîsa mektebê li kerîyê pez qelibî: 9 mamoste birîndar bûn
Li Rihayê serwîsa mektebê ya ku mamosteyan vediguhast li kerîyê pez qelibî, di encam qezaya ku pêk hat de 9 mamoste birîndar bûn.
Hat ragihandin li Wêranşara Rihayê serwîsa mektebê ya ku mamosteyan vediguhast li kerîyê pez qelibî, di encam qezaya ku pêk hat de 9 mamoste birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa mektebê ya bi plaqeya 80 KZ 963 a ku mamosteyan dibir mekteba Gundê Buyuk Mutlu di rê de li kerîyê pez qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 9 mamoste birîndar bûn û 38 pez jî telef bûn.
Ji ber pezê ku telef bû rê bo demekê ji trafîkê re hat girtin.
Cendirmeyan derbarê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.(ÎLKHA)