• DOLAR 32.586
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2487.548
  • ...
Li Yemenê her heftî herî kêm 123 kesên siwîl jiyana xwe ji dest didin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo dawî li şerê li Yemenê bê anîn û aştî pêk bê li Stockholmê hevdîtinên aştîyê berdewam dikin. Ji teref Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve derbarê rewşa kovandar û xirab a Yemenê de daxuyanîyeke balkêş hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin di 3 mehên dawî de heftîyane herî kêm 123 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan û  birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ji sedî 33yê kesên mirî pîrek û zarok in.

Ji bo kesên siwîl bên parastin bang li her du terefên li Yemenê hat kirin.

Rewşa nebaş a  li Yemenê her ku diçe xirabtir û girantir dibe.Sazîya ya Alîkarîyê ya Îngîlîz Save the Children daneyên Yekîtîya Neteweyan çavkanî nîşan da û destnîşan kir li Yemenê ji ber şerê nexweyî ya ku ji sala 2015an vir ve berdewam dike dibe ku 85 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir ji birçînan û ji ber nexweşîyan jiyana xwe ji dest dabin. 

 Koordînatorê Rewşa Acîl û Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê rewşa xeternak a li Yemenê de berî niha diyar kiribû " Niha Yemen bi xetereyeke mezin û bi lez a xelayê re rûbirû mane.  Ew xelayê ku li Yemenê heye, heta niha tu carî nehatiye dîtin."

Lowcock li gor daneyên meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmê 11 milyon bi xeterê re rûbirû mane ku ev hejmar xelet ; di encama nirxandin û lêkolînên nû yên ku hatin kirin de, hat tespîtkirin ev hejmar zêde zêde ye. Lowcock di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: " Li gorî nirxandin û lêkolîna nû ya ku ji teref me ve hat kirin, hat tespîtkirin ku hejmara wan kesên ku jiyana xwe bi alîkarîyên ku ji derve tên hewl didin bidomînin ne 11 milyon, 14 milyon e ku ev hejmar jî nîvê nifûsê ye."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir