Kolanên Fransayê tevlîhev bûn: 720 kes hatin binçavkirin
Polêsan mudaxeleyî xwepêşanên li Parîsê kirin, di encama mudaxeleya tund de 720 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin xwepêaşên ku berî niha li Fransayê ji ber zeman û şert û mercên nebaş ên îqtîsadî dest pê kiribûn berdewam dikin. Xwepêşandêrên ku serê şeveqê li hev kom bûn ber bi Qesra Elysee ve dimeşin. Polêsan mudaxeleyî xwepêşanên li Parîsê kirin, di encama mudaxeleya tund de 720 kes hatin binçavkirin.
Berî ku xwepêşan dest pê bikin bi sedan xwendekar ji teref polêsan ve hatin binçavkirin. Hat diyarkirin li ser kesên ku hatin binçavkirin lêgerîn hat kirin û di legerînê de kevir û tevşo hatin bidestxistin. Niha polês bi xaza îsotan mudaxeleyî xwepêşandêrên ku li kolanên Parîsê xwepêşanan li dar dixin dikin. Heta niha 720 kes hatin binçavkirin.
Ji ber rewşa heyî ya li Parîsê 89 hezar polês û 10 hezar cendirme hatine wezîfedarkirin.
Ji ber xwepêşan û mudaxeleyên ku hatin kirin heta niha 4 xwepêşandêr mirin û bi sedan xwepêşandêr jî birîndar bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya ku li Stenbolê kir de destnîşan kir ez hêvî dikim ku em nivîsa 'zilm di sala 1789an de dest pê kir" nebînin.(ÎLKHA)