• DOLAR 32.523
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2421.522
  • ...
Bavê fedakar ji bo zarokên wî ji mekteba xwe nemînin wan li ser pişta xwe vediguhezîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ergun Yarê ku bavê 5 zarokan e û li Gûndê Nûya Qebicewza Êlihê dijî, ji ber ku li ser rûbarê gund pir tune ye, her roj 3 zarokên xwe li ser pişta xwe dike da ku zarokên wî ji mekteba xwe nemînin.

Bavê fedakar her cara ku ava rûbarê zêde be û zarokên wî nikaribin derbasî wî alîyê rûbarê bibin, zarokên xwe li ser pişta xwe dike û wan derbasî wî alîyê rûbarê dike da ku zarokên wî ji xwendin û mekteba xwe nemînin.

 "Divê Rûbara Qabilcewzê ji xwendina zarokan re nebe asteng"

Bav Ergun Yar di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de destnîşan kir zarokê wî yê herî biçûk diçe dibistana mader û ên din jî diçin pola 3 ûm 4emîn. Bav dû re axavtina xwe wiha domand: "Ez di rojekê de 12 caran zarokan ji avê derbas dikim. Li Gundê me tev de 10 mal hene. 7-8 xwendekar li navendê dixwînin. Rewşa wan baş e, ji xwe re xanî kirê kirine.  Li gund kesê ku rewşa wî herî xirab e ez im. Em di rewşeke xirab û nebaş de ne.  Qebilcewz di sala 1945an de bû şaredarî. Lê tu kesê ku tê serê şaredarîyê tu xizmetê nake. Mafên zarokan a xwendinê heye. Divê Rûbara Qabilcewzê ji xwendina zarokan re nebe asteng. Bila kesên rayedar ji bo Xwedê alîkarîya me bikin. Ger ji me bawer nakin, bila werin li halê me binêrin. Ez teleb dikim ku kesên rayedar demildest pirekî li gund ava bikin."

Cuma Yarê xwendekarê pola 4emîn  derbarê mijarê de diyar kir " Em ji bo biçin mektebê digel bavê xwe her roj ji malê derdikevin û em diçin qeraxa rûbarê. Bavê min ji bo ku em ji mekteba xwe nemînin her roj me li pişta xwe dike û ji avê derbas dike. Bila li gundê me pirekî çêkin."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir