Hamas ji welatên ku teklîfa Amerîka ya şermezarkirina berxwedanê red kirin re teşekur kir
Hamasa ku diyar kir berxwedana li dijî îşxalê heqeke meşrû ye, ji welatên ku teklîfa Amerîka ya şermezarkirina berxwedanê red kirin re teşekur kir.
Birêveberîya Washingtonê ji bo berxwedana Hamas û Filistînê bê şermezarkirin pêşnûmayek pêşkêşî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir ku di vê pêşnûmayê de her wisa dihat xwestin Hamas wek 'hareketa terorê' bê qebûlkirin.
Di dengdayîna ku doh hat kirin de tevde 177 welat deng dan. Ji van 177 welatan tevde 87 welat destek da pêşnûmayê, 57 welat pêşnûmayê red kir û 33 welat jî bêqerar man. Di dengdayînê de ji bo pêşnûma bê qebûlkirin divîyabû ji 3 parên dengan 2 par dengê erê bidin. Lê di dengdayîna ku doh êvarî hat kirin de ev piranî ne derket holê û pêşnûmaya Amerîkayê hat redkirin.
Piştî vê dengdayînê û redkirina pêşnûmaya Amerîka ya derbarê Hamas û berxwedana Filistînê de ji teref Hamasê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Hamas ji wan welatên ku li ber pêşnûmaya Amerîkayê sekinîn û bûn wesîle Amerîka têk biçe re teşekur kir.(ÎLKHA)