"Mala ku Qur'an neketibiyê maleke kavil e"
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Elî Erbaşdestnîşan kir "Qelbê ku Qur'an tê de bi cî nebûbe qelbeke tarî û mala ku Qur'an neketibiyê maleke kavil e."
Prof. Dr. Elî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê ziyaretên xwe yên li Mêrdînê didomîne. Erbaş vê şeveqê digel miftî, walî û midûrê ewlehîyê ya bajêr li Mizgefta Hecî Îsmaîl Kaya nimêja şeveqê kir.
Erbaş piştî ku nimêja şeveqê da kirin re xutbeyek da û di xutbeya xwe de qala ehemîyeta jiyana li gor Qur'ana Kerîm kir.
Erbaş di berdewama xutbeya xwe de destnîşan kir divê qelb bi camîyan ve girêdayî bin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Qelbê ku Qur'an tê de bi cî nebûbe qelbeke tarî û mala ku Qur'an neketibiyê maleke kavil e. Ji ber wê yekê divê her tim Qur'ana Kerîm digel me be.Lewra Rebbê me ferman dike ' Her kî/ê ji Qur'ana Kerîm dûr bijî, Qur'anê negire destê xwe û wê di qelb û zihnê xwe de bi cî neke û berê xwe nede wê rêya siratul mustaqîm a ku Qur'anê ew xêz kiriye, em ji wî/ê re şeytanekî diafirînin. Ew şeytan her tim digel wî/ê ye."
Erbaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir zarokên ku ne bi Qur'anê re bin dê bi şeytan û însanên şeytanî re bin û dû re wiha got: " Her li kû derê Qur'an bê xwendin û lê qala Qur'anê bê kirin melek per û baskên xwe li ser wan re vedikin. Li ser wan însanan de rehmet bênavber tê barandin. Weke ku niha em ji rehmet û merhemeta Rebbê xwe îstîfade dikin."
Erbaşê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir 'Dema zarok ket 7 salîya xwe divê ew hînî nimêjê bê kirin', axavtina xwe wiha domand: " Em ê pêşî agahîyên bingehîn hêdî hêdî hînî wan bikin. Em ê bi vî awayî bibin wesîle ku zarokên me bibin xwedî exlaqekî baş."
Piştî axavtina ku piştî nimêja şeveqê hat kirin Erbaş û heyeta digel wî Kursa Qur'anê ya Mizgefta Hecî Îsmaîl vekirin.(ÎLKHA)