Li tevahîya Tirkîyê dê ji bo Yemenê alîkarî bê berhevkirin
Ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve li tevahîya Tirkîyê dê ji bo Yemenê alîkarî bê berhevkirin.
Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê destnîşan kir ew ji bo Yemenê xebateke alîkarîyê ya bi navê "Ji Yemenê re bêdeng nemîne" dane destpêkirin.
Erbaşê ku di civîna danasînê ya xebata alîkarîyê de axivî destnîşan kir Weqfa Diyanetê ya Tirkîyê heta niha ji Milsimanên Yemenî re 8,5 milyon lîre alîkarî kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Îro jî em ji bo xebatên xwe zêdetir bikin kampanyeke bi navê 'Ji Yemenê re bêdeng nemîne" dane destpêkirin. Em bang li milletê xwe dikin da ku destekê bidin vê kampanya alîkarîyê."
Erbaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên xêrxwaz dikarin ji ser malpera http://bagis.tdv.org/ yê û dikarin bi peyama "YEMEN" a ku bişînin 5601ê jî alîkarî bikin.(ÎLKHA)