• DOLAR 32.513
  • EURO 34.561
  • ALTIN 2494.805
  • ...
Ji HUDA PARê nirxandina rojevê ya heftîyane
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê mijarên di rojevê de nirxandina rojevê ya heftîyane hat weşandin. Di nirxandina ku hat weşandin de derbarê problema tundîya di nav malbatê, hevdîtinên Astana û G20î de nirxandinên balkêş hatin kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser rapora  Daîreya Sûc û Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî ku tê de dihat diyarkirin "Mal ji bo pîrekan cihê herî xeternak e" û  hat destnîşankirin ev daxuyanî, daxuyanîyeke sosret e û ev yek berhama têgihiştineke  laîk/sekuler a ku malbat û  malê xera dike û ji temamê nirxên dînî û exlaqî dûr dike ye.

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin  li ser daxuyanîya Wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçuk ku ew berî niha gotibû ' Ne hewceyî delîlekê ye, bes bila beyanata pîrekê hebe' û ji vê daxuyanîyê re bertek hat nîşandan û hat diyarkirin " Bi beyana terefekê sepandina mueyyîdeya cezayî tiştekî pir xeternak e û merivan dide fikirandin."

Her wisa derbarê hevdîtinên Astanayê yên ku hatin kirin de hat diyarkirin "Ew aktorên ku dixwazin ew qrîza kontrolkirî berdewam bike zirarê didin pêvajoya çareserîyê." Di daxuyanîyê de qala encamnameya lûtkeya G-20î hat kirin û hat diyarkirin bi encamnamê tinaz û henekê xwe li însanan dikin.

 "Bi destê Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê xeletîyên heyî tên domandin ku bi yekê darbeyeke gelekî mezin li sazîya malbatê tê xistin"

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew wîdeoya spota kamûyê ya ku ji teref Serokomartî û Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ve hat amadekirin û hêj di televîzyonan de tê weşandin tesîreke neyînî li ser xortên ku dixwazin bizewicin dike û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Di serî li welatê me û bi giştî li temamê Alema Îslamê ev nêzî du qernan e digel temamên tiştên ku tê xwestin hewl tê dayîn sazîya malbatê li ser pîyan bê girtin û dema ku ev tê kirin jî hewl tê dayîn sazîya malbatê bi referansên dînî/exlaqî ve girêdayîbe. Lê mixabin di van çend salên dawî de bi têgihiştina femînîst li sazîya malbatê tê mêzandin û bi wan qanûnên ku weke gurê di eyarê meşinê de ye tên derxistin û pê xwestin malbat bê muhafezekirin ku ev qanûnên weke gurê di eyarê meşinê de ne zirareke mezin didin sazîya malbatê. Ev qanûn sedema şiddeta nav malbatê û talaqê ku dihat hêvîkirin ku ev qanûna ku fitratê xera dike bê rakirin, lê belê bi destê Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê xeletîyên heyî tên domandin ku bi yekê darbeyeke gelekî mezin li sazîya malbatê tê xistin. Di wan rojên borî de ji teref çavkanîyên Serokomartîyê ve hinek wîdeo di çapmenîyê û medyayên civakî de hatin belavkirin ku di wan wîdeoyan de mêr wek cenewarekî şiddetê li pîrekan dike dihat  nîşandan ku ev yek berî hemû tiştî li ser wan xortên ku dixwzazin bizewicin tesîreke neyînî dike. Digel temamê bertek û reaksîyonên ku tên nîşandan ev wîdeo hêj tên weşandin ku ev yek tê wateya ji ser ya xwe nehatin xwarê û biya xwe kirinê.

 "Bi beyana terefekê sepandina mueyyîdeya cezayî tiştekî pir xeternak e û merivan dide fikirandin"

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin  li ser daxuyanîya Wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçuk ku ew berî niha gotibû ' Ne hewceyî delîlekê ye, bes bila beyanata pîrekê hebe' û ji vê daxuyanîyê re bertek hat nîşandan û hat diyarkirin "  Dixwaze bila pîrek ve û dixwaze bila mêr be ferq nake, divê ji bo sepandina mueyyîdeya cezayê beyaneta terefekî ne bes be, besdîtina beyanata bes terefekî fikreke pir xeternak e.  Ev yek berî hemû tiştî  dijberê hiqûq û mafên însanan e.  Li gor vê têgihiştinê pîrek qet derewan nake, bi hesta tolhildan û qehrê hereket nake û hetta vê yekê bi niyeteke xirab bikar nayîne. Ger ev yek xwe di pratîkê de nîşan bide ew tiştên ku nabin sedema talaqê bi xwe jî dê bibin sedem jin û mêr dev ji hev berdin. Dînê me dibêje 'Sulh bixêrtir e'(Nîsa-128). Di dînê me de Xweda dibe heta ji we tê rêya sulhê bidomînin. Lê belê ev qanûn darbeya herî mezin li malbatê dixe û malbatê parçe dike."

"Tiştê ku divê bê kirin, rakirina vê qanûna ku bi têgihiştineke Xerbî hatiye amadekirin e"

Di dawîya daxuyanîyê de ji bo çareserîya meselê wisa hat gotin "Tiştê ku divê bê kirin, rakirina vê qanûna ku bi têgihiştineke Xerbî hatiye amadekirin e ku ew bi xwe tu qedr û qiymetê nade malbatê. Piştî ku ev qanûn hat rakirin re dibê mesele di çarçoveya referansên Îslamî de li gor sadaqat, şefkat, merhemet û sulhê de bê nirxandin. Di vê bergehê de divê di navendê de tenê pîrek tunebe; bi heman awayî divê mafên temamê ferdên malbatê bê parastin û hewl bê dayîn da ku malbateke bextewar û şad derkeve holê."

Ji bo temamê deqa daxuyanîyê bitikenin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir