Mînîbûsa serwîsê qulibî: 14 birîndar
Li Esenyurta Stenbolê mînîbûsa serwîsê ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Esenyurta Stenbolê mînîbûsa serwîsê ji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jê giran tevde 14 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin şofêrê mînîbûsê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn hakimîyeta dîreksîyonê winda kir.
Mînîbûsa ku ji kontrolê derket pêşî li dareke li hevîya rê qelibî û qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jê giran tevde 14 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)