Erdogan: Em ê derbarê Stenbolê de piçekî din bi sebir bin
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir "Em ê derbarê Stenbolê de piçekî din bi sebir bin. Em ê qerara dawî dû re bidin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku ji ziyareta Amerîkaya Başûr vegerîya li Balafirgeha Esenbogaya Enqerê daxuyanî da. Erdogan derbarê hevdîtinên tifaqê de diyar kir " Em ê lê binêrin xebata teknîkî di çi rewşê de ye. Piştî vê yekê em ê bi Bahçelî re hevdîtinê bikin. Divê em werin ba hev."
Erdogan pirsa namzeda Stenbolê ya hilbijartinan jî wisa bersivand: "Em ê derbarê Stenbolê de piçekî din bi sebir bin. Em ê qerara dawî dû re bidin."(ÎLKHA)