"Ji ser Kendava Basrayê dê îxracata neftê dê neyê kirin"
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî destnîşan kir "Ger Amerîka îxracata me ya neftê bide sekinandin, ji ser Kendava Basrayê dê îxracata neftê neyê kirin."
Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê li Şahruta bajêra girêdayê parêzgeha Sîmnana Tahranê xîtabî xelkê kir.
"Amerîka dixwast me bîne li ser çokan, encax bi ser neket"
Rûhanî di axavtina xwe de diyar kir Amerîka di wan plan û darbeyên ku dixwast li Îranê bide tetbîqkirin de bi ser neket û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Amerîka bi mueyyîdeyan dixwast me bîne li ser çokan, lê bi ser neket. Tahamula Amerîka û siyonîstan ji Îraneke bi hêz re tune ye. Îranî weke berê dê tu carî serî li ber Amerîka netewînin."
"Ger Amerîka îxracata me ya neftê bide sekinandin, ji ser Kendava Basrayê dê îxracata neftê neyê kirin"
Rûhanî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser sekinandina îxrackirina nefta Îranê ya ji teref Amerîka ve û wiha got: " Amerîka berî niha bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê rê li ber îxrackirina nefta Îranê bigire. Ew bi vê helwestê dixwaze Îranê tenê bihêle. Encax ew ê xelkê Îranê dîsa bigihije zaferê. Ger Amerîka îxracata me ya neftê bide sekinandin, ji ser Kendava Basrayê dê îxracata neftê neyê kirin."(ÎLKHA)