• DOLAR 32.314
  • EURO 35.102
  • ALTIN 2277.11
  • ...
SON DAKİKA
Dayika mahkûmê Yûsifî: Ma êdî ev zilm ne bes e!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorîya Edenê ya Înîsîyatîfa Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê  dê û bavê mehkûmê Yûsifî Enver Kaplanê ku bi kumpasên darza FETO û 28ê Sibatê zêdetirî 20 salan di girtîgehê de tê girtin ziyaret kir. Di dema ziyaretê de dê û bavê mehkûmê Yûsifî xwe negirtin girîyan û destîşan kirin "Serokomar çima dengê me nabihîze! Ma êdî ev zilm ne bes e?"

Rayedarên înîsîyatîfê li Pinabaşiya gundê Yuregîra navçeya Edenê, dêya mehkûmê Yûsifî Kamîle Kaplana 70 salî ya ku bi nexweşîya qensera kezebê ketiye û  bavê mehkûmê Yûsifî Ehmed Kaplanê 82 salî ziyaret kirin û derd û kulên wan guhdar kirin. Rayedarên înîsîyatîfê her wisa derbarê xebatên ku ew bi xwe ji bo azadîya mahkûmên Yûsifî dikin de malbat agahdar kirin.

Rayedarên înîsîyatîfê di dema ziyareta ku kirin de balan kişandin li ser neheqî û zilma ku li Mislimanan tên kirin û destnîşan kirin kesên Misliman ji ber fealîyetên xwe yên Îslamî hatine girtin û hatine cezakirin.

 "Lawê min ji teref polêsên FETOyîst ve hat revandin û hakimên FETOyîst jê re ceza dan"

Dê Kamîla di axavtina xwe ya ku di dema ziyaretê kir de destnîşan kir di salên 90î de lawê wê ji teref polêsên FETOyîst ve hatiye revandin,  gulê lê hatiye berdan û îşkence lê hatiye kirin û dû re jê re ceza hatiye dayîn.  Dê Kamîla di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir "Lawê min bes ji ber ku di camîyê de dersa Qur'ana Kerîm dida sûcdar hatiye hesibandin. Ez û bavê wî em her du di rêyên girtîgehê de nexweş ketin."

 "Ma ev qas zilm ne bes e!"

Dê Kamîle di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber kerb û hesreta lawê xwe bi êşa qenserê ketiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dema ku lawê min Enwer bi nexweşîya min hesîya gelekî mehzûn bû. Serokomar çima dengê me nabihîze! Ma êdî ne bes e ev zilm?"

Malbata Kaplan diyar kir ew neheqî û bêhiqûqîyên ku hatine kirin derketine holê ku  tev kumpas û komployên FETO ne û ew hakimên ku derheqê lawê wan de qerarê dane ji rêxistina terorê ya FETO tên darizandin ku divê ji ber vê yekê ew qerara ku ji teref wan ve hatine dayîn divê bên betalkirin û lawê wan bê berdan.

Bav Ehmed Kaplan jî di ziyareta ku li wan hat kirin de ji ber nexweşîya xwe û ji ber dilzîzbûna xwe bis ed zehmetî axivî û diyar kir " Ew polês, hakim û dozgerên ku lawê min girtin û avêtin girtîgehê yek bi yek tên girtin û tên avêtin girtîgehê. Berî ku ez bimirim, ez dixwazim lawê xwe bibînim."(ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir