• DOLAR 32.531
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2486.097
  • ...
SON DAKİKA
 "Daraz bi xwe ji darazê gilîdar e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bernameya ku beşdarî bû de wê qerara mehkûmîyetê ya derbarê rayedarên HUDA PARê ya ku ji teref Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin nirxand. Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir hinek kes wê selahîyeta darazê ya ku bi dest xistine wek çekekî li hember kesên masûm bi kar tînin.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe ya di bernamê de destnîşan kir Temel, Şahîn û Gultekînê ku cezayên wan ji teref Dadgeha Bilind ve hatiye tesdîqkirin salekê him fîzîkî û him jî teknîkî hatine taqîbkirin, lê belê di aleyha wan de tu delîl nehatine bidestxistin; lê belê dema ku ew di binçavîyê de bûn ji teref wan kesên ku tê diyarkirin  polês in ve maîl hatiye avêtin û dosyaya kumpasê li ser vê maîlê hatiya amadekirin.

"Ew daraza ku ji Pensîlvanyayê dihat îdarekirin bûn sedema netîceyên kujende"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew daraza ku ku kontrola wê di destê Pensîlvanya de ye bûye netîceyên neyînî yên gelek mezin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Roja borî derbarê problema darazê de li Enqerê civînek hat lidarxistin. Wezîrê Edaletê, Dadgeha Bilind, Mehkemeya Makeqanûnê, Daniştay, Serokên Yekîtîya Baroyan, Burokratên Bilind ên Wezareta Edaletê bi sernava darazeke çawa civîyan. Daraz bi xwe ji darazê gilîdar e.  Mesela, Serokê Mahkemeya Makeqanûnê Zuhtu Arslan  di civînê de diyar kir " ew daraza ku kontrola wê li derve bû bû sedama netîceyên kujende.'  Belê ew daraza ku ji Pensîlvanyayê dihat îdarekirin bûn sedema netîceyên kujende. Lê belê gelo ev netîceyên kujende bo bersûcên Ergenekonê derbasdar in?  Vaye, lê binêrin hinek netîceyên kujende yên din jî hene.  Ger pergala edaletê ev qas zêde ji xwe bi xwe gazinan dike û ger Wezîrê Edaletê, meqama parastinê, baro, parêzer û welatî gilîdar bin wê demê gelo ne pêwîst e em ji xwe bipirsin ka em bi kû ve diçin."

 "Hemû kes bendewar bûn ku zilm bi dawî bibin, lê belê hinek zilmên nû li ser wan hat zêdekirin"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir hemû kes bendewwar bûn ku zilmên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatine kirin bên bidawîkirin; lê belê zilmên nû li ser yên heyî hatin zêdekirin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Zêdetirî 500 kesên ku ji teref FETOyîstan û daraza bi birifîn a 28ê Sibatê hatine cezakirin di girtîgehê de ji mirinê re hatine terkkirin û ev bû zêdetirî 20 salan ku di girtîgehan de tên girtin. Serokomar berî niha gotibû:'Çi heyf û mixabin ku ev bû 5-10-15 sal ku hemwelatiyên me yên ku di girtîgehan de dirizin hene, ev tişt qewimîn. Vêga me firseda  serarastkirina  vê yekê bi dest xist. Divê em vê yekê baş binirxînin. Hinek bûyer hene ku hûn zen dikin ew şer in; lêm di wan de zêr heye. Hinek bûyer jî hene hûn zen dikin ku ew xêr in, lê di wan de şer hene. Vaye 15ê Tîrmehê  derfeteke wisa da me.' 2 sal ji ser vê gotinê derbas bûn. Hemû kes bendewar bûn ku zilm bi dawî bibin, lê belê hinek zilmên nû li ser wan hat zêdekirin. Kes nikare bibêje sibe dusibe hinek zilmên din li ser van nayên zêdekirin."

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de wiha got "Divê hemû kes vê yekê zanibe ku pêwîst e edalet ji tu tiştî re neyê fedakirin."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir